Serok Mesûd Barzanî bi hatina cejina çilê havînê peyamek belav kirîye û cejin li kurdên êzîdî pîroz kirîye.
Serok Barzanî hêvî kirîye ku kurdên êzîdî cejinên xwe di nav aramî û ewlehîyê de derbaz bikin.
Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kirîye û gotîye:
“Bi hatina cejina çilê havînê yê xwîşk û birayên êzîdî, ez pîrozbahîyeke germ li civata ruhanî, oldar û hemû êzîdîyên Kurdistanê û cîhanê dikim”.
Serok Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de dîyar kirîye:
“Ez hêvî dikim ku xwîşk û birayên êzîdî hemû cejin û merasîmên xwe di nav aramî û ewlehîyê de derbaz bikin”.
Serok Mesûd Barzanî di dawîya peyama xwe de xwestîye ku cejin li êzîdîyan pîroz be û ew her di nav xêr û xweşîyê de bimînin.