Li gorî du nivîsên fermî, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê daxwazên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Newey Niwê yên ji bo derxistina fermana bilez a welaî û rawestandina biryarên rûniştina 4ê Mijdarê ya Parlamentoya Kurdistanê red kirin; Kurdistan24ê jî deqa herdu nivîsan bidest xistiye.
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro Yekşemê, 15ê Mijdara 2026an, bi serokatiya Dadwer Munzir Îbrahîm Husên û bi amadebûna endamên dadgehê, du daxwazên fermana welaî yên derbarê rûniştina Parlamentoya Kurdistanê de gotûbêj kirin û herdu jî red kirin.
Hûrgiliyên herdu daxwaznameyan
Li gorî herdu nivîsên fermî yên Dadgeha Bilind a Federal ku Kurdistan24ê wêneyê herduyan bidest xistiye, daxwaza yekem bi hejmara (263/Federal/Fermana Welaî/2026) ji aliyê endamê Parlamentoya Iraqê yê ji Fraksiyona YNKê Asos Elî Ehmed ve li dijî her yek ji Serokê Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Dîwana Parlamentoya Kurdistanê hatibû tomarkirin.
Di daxwaznameyê de hatibû xwastin ku fermaneke welaî were derxistin ji bo rawestandina cîbicîkirina tevahiya encam û biryarên rûniştina 4ê Mijdara 2026an a Parlamentoya Kurdistanê, heta yekalîkirina giliyê hejmar (263/Federal/2026) ê taybet bi tanedana li wê rûniştinê, biryarên wê û wan pêkhateyên ku jê çêbûne.
Di nivîsa duyem de jî bi hejmara (264/Federal/Fermana Welaî/2026), Mihemed Silêman Mihemed wekî Serokê Temen ê Parlamentoya Kurdistanê ji Fraksiyona Newey Niwê, daxwazek li dijî Serokê Parlamentoya Kurdistanê û Cîgirê Serokê Dîwana Parlamentoya Kurdistanê tomar kiribû.
Mihemed Silêman daxwaz kiribû ku fermaneke welaî ji bo rawestandina bandor, rêkar û biryarên rûniştina 4ê Mijdara 2026an a parlamentoyê bê derxistin, heta yekalîkirina giliyê hejmar (264/Federal/2026). Herwiha Elî Kamîl Resûl wekî parêzer birîkarê (wekîlê) herdu daxwazkaran bûye.
Bingeha yasayî ya biryara Dadgeha Federal
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di biryarên xwe de amaje bi wê yekê kir ku piştî hûrbînî û nirxandinê, derketiye holê ku derxistina fermana welaî li gorî madeya 151ê ya Yasaya Dadbiniya Medenî ya hejmar 83 ya sala 1969an a sererastkirî, pêdivî bi hebûna du mercan heye; ew jî mercê lezgîniyê û destnedana li bingeha maf in.
Dadgehê zelal kir ku ti yek ji wan herdu mercan di daxwazên herdu daxwazkaran de pêk nehatine û ji ber vê yekê hêjayî redkirinê ne. Loma Dadgeha Bilind a Federal bi piraniya dengan û wekî biryareke dawî û yekalîker, bi piştbestina li madeya 94an a Destûra sala 2005an a Iraqê û benda duyem a madeya pêncan a Yasaya Dadgeha Bilind a Federal a hejmar 30 ya sala 2005an a sererastkirî, biryar da herdu daxwazan red bike.