Hewlêr (Rûdaw) — Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî rûdaneke «dîrokî» bi nav kir û kêfxweşiya xwe anî zimên. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da. Mezlûm Ebdî di peyama xwe de hestên xwe wiha îfade kirin: «Ziyareta dîrokî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Sûriyeyê, cihê kêfxweşiyeke mezin e.» «Kak Nêçîrvan her tim rola xwe lîstiye» Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya helwestên Serokê Herêma Kurdistanê. Wî qala rola Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kurdan kir û got: «Kak Nêçîrvan her tim di piştgiriya doza Kurdan a li Sûriyeyê û bi giştî li Kurdistanê de, roleke girîng lîstiye.» Bandora li ser aramiya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî di dawiya peyama xwe de baweriya xwe ya bi encamên erênî yên vê hevdîtinê diyar kir. Fermandarê HSDyê da zanîn ku ew ji vê gavê bi hêvî ne û axaftina xwe wiha qedand: «Em bawer in ku dê ev serdan bandoreke erênî li aramiya Sûriyeyê û çareserkirina doza Kurdan a li herêmê bike.»
Год: 2026
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Şamê bi serokkomarê Sûryayê Ahmed Şer re civîyaye. Nêçîrvan Barzanî piştî...
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 12 a ya jênosîda Şengalê de ragihandîye ku piştî 12...
Serok Mesûd Barzanî bi hatina cejina çilê havînê peyamek belav kirîye û cejin li kurdên êzîdî pîroz...
Parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” ya gera nehan ya parlamênta Ermenistanê Kinyaz Hesenov, ku wek parlamantvanê herî...
Berpirsyarê sereke yê rojnama «Rya teze», rêzdar Tîtalê Keremê Seyad! Şabûneke gelekî mezine, ku van dawîyan...
Hinek ji malbatên gundê Basilê yê Efrînê îro vegeriyan gundê xwe. Çavkaniyeke taybet a ji Basilê ji Rûdawê re got ku îro bêhtirî 100 malbatî vegeriyane gund. Çavkaniya ku hinek wêneyên nav gund jî ji Rûdawê re şandine, diyar kir ku hêzên Tirkiyeyê doh êvarê bi tevahî ji baregeha xwe ya leşkerî ya li nav gund vekişiyane. Piştî vê vekişînê rê li ber gundiyan hatiye vekirin da ku vegerin malên xwe. Ji sala 2018an ve baregeheke leşkerî ya hêzên Tirkiyeyê li nav gund hebû û vegera şêniyên gund bi tevahî hatibû qedexekirin. Di heman demê de, Ehmed Şêxoyê ji gundê Şêxûrza Jorîn doh Rûdawê re gotibû ku hêzên Tirkiyeyê gundî agahdar kirine ku ew dê ji gundê Şêxûrzê vekişin û şêniyên Şêxûrza Jorîn êdî dê karibin vegerin malên xwe. Ji bilî gundên Şêxûrza Jorîn û Basilê, vegera niştecihên gundên Cilbirê, Gobilê, Dêrwîş û Gundê Çiyê jî ji ber hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê hatibû qedexekirin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), ji bo salvegera 96an a Komkujiya Zîlanê daxuyaniyek belav kir. DEM Partiyê bi bîr anî ku di komkujiya ku sala 1926an dest pê kir û heta 13ê Tîrmeha 1930yan li Geliyê Zîlanê yê navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê berdewam kir de, bi deh hezaran mirov hatine qetilkirin û bi sedan gund hatine rûxandin. “Hîn lêborîn nehatiye xwestin” DEM Partiyê diyar kir ku tevî ku 96 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî heta niha ti rûbirûbûna fermî çênebûye û dewletê navê komkujiyê jî neaniye zimên. DEM Partiyê destnîşan kir ku hîn lêborîn nehatiye xwestin û divê dewlet bi komkujiyên salên ewil ên komarê re rûbirû bibe. Siyaseta red û înkarê Daxuyaniya Lijneya Birêvebir a Navendî (MYK) ya DEM Partiyê wiha ye: “Ji ber polîtîkayên red û înkarê yên ku bi Destûra 1924an re dest pê kir, hişmendiya avaker a dewletê gelê Kurd bi awayekî sîstematîk rûbirûyî komkujî û sirgûnkirinê kir. Di encama komkujiya ku sala 1926an dest pê kir û 13ê Tîrmeha 1930î li Geliyê Zîlanê yê Erdîşê pêk hat de, bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin û bi sedan gund hatin şewitandin. Bi deh hezaran mirov ji axa xwe hatin derxistin û herêm bi polîtîkayên nifûsê û endezyariya siyasî rûbirûyî paqijiya etnîk hat hiştin.” “Ne lêborîn heye ne jî şopa edaletê” DEM Partiyê bal kişand ser nebûna edaletê û li pey çû: “Îro tevî ku 96 sal derbas bûne jî li ser komkujiyê ti rûbirûbûna fermî çênebûye. Dewletê navê komkujiyê jî neaniye zimên. Li wê cografyaya ku komkujî lê pêk hatiye, ne kevirekî bîranînê ne lêborînek û ne jî şopa edaletê heye. Rûbirûbûna bi rastiyan re yek ji hîmên sereke yên pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk e. Zîlan ne tenê birîna gelê Kurd e, birîna hemû kesên ku li vê axê jiyaneke azad û wekhev dixwazin e.” Banga ji bo parastina Geliyê Zîlanê...
Serok Barzanî li ser koça dawî ya Lindsey Graham got ku nav û helwestên wî wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra gelê Kurdistanê de bimînin. Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyameke sersaxiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: «Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawî ya dostê gelê Kurd Senator Lindsey Graham gihîşt min. Nav û helwestên Lindsey Graham, wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra gelê Kurdistanê de bi bilindî bimînin.» Serok Barzanî her wiha sersaxî da malbata Lindsey Graham, hemû dost û naskiriyên wî û got: «Ez havkara xema wan im. Rûhê wî şad be û aramiyê malbat û xizmên wî re dixwazim.» Jiyana wî û karê wî yê siyasî Lindsey Graham sala 1955an li bajarokê Centralê yê eyaleta Karolinaya Başûr ji dayîk bûye û mezin bûye. Li gorî agahiyên malpera wî ya fermî, dê û bavê wî xwaringehek û saloneke bîlardoyê bi rê ve birine. Ew di nav malbata xwe de kesê yekem bûye ku kariye bawernameya zanîngehê (lîsans) bi dest bixe. Graham sala 1995an tevlî Hêza Hewayî ya Amerîkayê bû. Wekî ku di malpera wî de hatiye gotin, di dema operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraq û Efxanistanê de, Graham tecrubeya xwe ya di warê hiqûqa leşkerî de bi kar aniye. Hezîrana 2015an, piştî 33 salan xizmeta bi cilên leşkerî, ji hêzên yedeg ên Hêza Hewayî malnişîn bû. Graham sala 2002yan wekî endamê Kongreya Amerîkayê hat hilbijartin û pişt re di salên 2008, 2014 û 2020î de baweriya dengdêran ducare bi dest xist û hat hilbijartin. Beriya ku biçe Senatoyê, sala 1994an wekî endamê Kongreya Amerîkayê hatibû hilbijartin. Bi vê yekê bû yekem namzedê Partiya Komariyan ku ji sala 1877an û vir ve di herêma sêyem a hilbijartinê ya Karolinaya Başûr de bi ser ketiye....
Dewleta Îtalyayê bi merasîmeke fermî li Hewlêrê, xelata xwe ya fermî ya here bilind raberî serokê Herêma...