16-ê tebaxê 80 salên serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û serokê wê Mesûd Barzanî demam bûn. Girêdayî wê yekêra gelek pîrozbahî ji alîyê serokên dewleta û hukumata, şuxulkarên sîyasî, merivên ji govekên cuda-cuda hatine stendinê.
Cîgirê serokê Partîya Dêmokrata Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 16 ê tebaxê, 80 saltya damezrandina PDK ê û roja ji dayikbûna serok Mesûd Barzanî peyamek weşandîye.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe pêşkêşî serok Mesûd Barzanî, malbatên şehîd û Enfalkiriyan û Pêşmergeyên Kurdistanê kirîye.
“Yek ji rojên dîrokî yên gelê me ye”
Barzanî, damezrandina PDK ê ji alîyê Mistefa Barzaniyê Nemir ve wek yek ji bîranînên dîrokî yên gelê Kurdistanê binav kirîye.
Ewî gotîye:
“Bîranîna damezrandina kevnartirîn, mezintirîn û bihêztirîn partiya Kurdistanê li ser destê rêberê dîrokî û bavê ruhî yê gelê me Mistefa Barzaniyê Nemir yek ji rojên geş û bîranînên dîrokî yên gelê me ye.”
“PDK şopdarê rêbaza Barzanîyê Nemir e”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de destnîşan kirîye ku PDK di bin rêberiya serok Mesûd Barzanî de rêbaza Mistefa Barzanî didomîne.
Ewî diyar kirîye ku partî di vê demê de “lehengî û destkeftîyên mezin û dîrokî” tomar kirine û ev destkeftî ji bo Kurdistanîyan cîhê serbilindiyê ne.
“Partî û serok Barzanî cihê bawerîya xelkê Kurdistanê ne”
Mesrûr Barzanî di berdewamîya peyama xwe de gotîye:
“Partî û serok Barzanî, hêvî, omîd û cihê bawerîya xelkê Kurdistanê û garantîya parastin û pêşdabirina ewlekarî û aramîyê, pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê û çanda bihevrebûna aştîyane di navbera pêkhateyên Kurdistanê de ne”.
Barzanî herwiha PDK û serok Barzanî wek garantîyê ji bo nûjenkirin, avakirin û pêşxistina Kurdistanê binav kirîye.
Bîranîna Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî û şehîdan
Cîgirê Serokê PDK ê di dawîya peyama xwe de Mistefa Barzaniyê Nemir, Îdrîs Barzanî, serkirde, xebatkar û şehîdên Kurdistanê bi bîr anîye.
Mesrûr Barzanî peyama xwe bi gotina: “Hertim şikodar û pîroz be bîranîna 16 ê tebaxê” bi dawî kirîye.
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 16 ê tebaxê salvegera jidayikbûna xwe û salvegera 80 ê ya damezrandina Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahîyê belav kirîye û tê de ragîhandîye: “PDK di dîrok, niha û paşerojê de alavek e ji bo xizmetkirina xelkî û bicîhanîna amanc û behayên neteweyî û nîştimanî.”

Naveroka peyama Serok Barzanî
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya 16 ê tebaxê û salvegera damezrandina Partîya Dêmokrat ya Kurdistanêye 80 emîn, germtirîn pîrozbahîyê li malbatên serbilind yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, hemû cemawer û alîgirên Partîyê û hemû xelkê Kurdistanê dikim.
Partî bi navê vegerandina hêvî û hêzê bo gelê Kurdistanê di serdemeke dijwar û giran de hatîye damezrandin. Di dirêjahiya dîroka xebata xwe de, Partî xwendingeha têkoşer û şoreşgerên Kurdistanê bûye û di hemû qonaxan de parêzvanekî serhişk yê mafên rewa yên gelê Kurdistanê bûye. Partî di rabûrî, niha û paşerojê de amrazek e ji bo xizmetkirina xelkê û bicihanîna armanc û nirxên neteweyî û niştimanî.
Partî bawerîyeke xurt bi pêkvejiyan, biratî û tebayiya di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî û hemû alîyên sîyasî yên Kurdistan û Iraqê de heye, herwiha prînsîpa hevbeşîyê û rêzgirtina li destûrê wek mîsogerîya seqamgîrî, aramî û geşbûna li hemû Iraqê dibîne.
Di bîranîna 16 ê tebaxê de, peyama min ji bo cemawer, alîgir û endamên Partîyê ew e ku Partî çavkanîya hêza gelê Kurdistanê ye, erka sereke ya Partîyê xizmetkirina gelê Kurdistanê ye û bi piştgirîya Xwedayê Mezin û bi îrade û himmeta wî û hemû xelkê Kurdistanê, tu astengîyek nikare bibe rêgir li pêşiya vê erka pîroz de.
Di vê boneyê de em bîranîna wan hemû şehîd, Pêşmerge, têkoşer û qehremanan bilind radigrin ku di dirêjahiya xebata Partîyê de qurbanî dane. Herwiha rûmeta min ji bo rola kadro, endam û cemawerê xweşdivîyê Partîyê heye ku bi dilsozî û bê rawestan di hemû rewşan de piştevanîya partîya xwe kirine û dîrok û serbilindî ji bo gelê xwe tomar kirine.
Mesûd Barzanî
16 ê tebaxa sala 2026 a
Em jî, xebatkarên radyoya Yêrêvanê, bi dil û can rojbûyîna serok Barzanî û salvegera damezirandina Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk pîroz dikin û berî her tiştî bo serok Barzanî tendurustîya baş û serkeftinê dixwezin.