New York (Rûdaw) — Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser êrişa bi dronan a li dijî ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, “Binpêkirineke eşkere ya serweriyê ye.” Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, berê sibeha bi dronên bombebarkirî êrişî Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê hat kirin. Ev cih li navçeya Pîrmamê ya parêzgeha Hewlêrê ne. «Em şermezar dikin» Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Rûdawê re li ser van êrişên bi dronan axivî û got: «Bi awayekî eşkere ev binpêkirina serweriya Îraqê ye. Em êrişa li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin.» Pirsa Rûdawê û bersiva Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric wiha ye: Rûdaw: Tenê pirsek, îro du dronên bombebarkirî yên Îranê Herêma Kurdistan kir armanc. Yek ji wan li ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ket. Li gorî gotina berpirsên wê derê, ev yek wekî pêngaveke metirsîdar tê dîtin. Gelo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî vê êrişa li ser Kurdistanê wekî êrişa li ser serweriya Îraqê dibîne? Stephane Dujarric: Bi awayekî eşkere ev binpêkirina serweriya Îraqê ye. Em êrişa li ser ofîsa Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Çi bûbû? Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê. Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên «Hedîd-110» ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin. Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê. Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne. Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got: «Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye.» Hedîd-110...
Курдистан
Hewlêr (Rûdaw) — Baregeha Barzanî êrişa bi dronan a li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Berpirsê Ajansa Parastinê bi tundî şermezar kir û got ku ti hinceta van êrişên nerewa nîne. Baregeha Barzanî li ser êrişa bi dronan daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de anî zimên: «Em bi tundî wê êrişa bi dronan şermezar dikin ku berê vê sibehê ji aliyê sînorê Îranê ve li Pîrmamê li ofîsa Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê hat kirin.» “Bikaranîna dron û mûşekan pirsgirêkan çareser nake” Baregeha Barzanî bal kişand ser bêalîbûna Herêma Kurdistanê ya di nakokiyên herêmê de û wiha pê de çû: «Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji van şer û aloziyên ku li herêmê hene. Ev êrişên nerewa ku ti hincetê hilnagirin, hewldanek in ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê. Bikaranîna dron û mûşekan pirsgirêkan çareser nake.» PDK: Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşeke şer Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî ev êriş wekî kiryareke «têkder» bi nav kir û diyar kir ku ev tevger ne di berjewendiya ti aliyî de ne. Mekteba Siyasî ya PDKyê li ser êrişên bi dronan ên şeva borî daxuyaniyek belav kir û got: «Di demekê de ku her kes li bendê bû ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê parastî be û destdirêjî lê neyê kirin, mixabin şeva borî bi rêya du dronan ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê hatin armanckirin.» PDKyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hemû hewldanên Herêma Kurdistanê ji bo wê ne ku xwe ji şer û aloziyên herêmê dûr bixe û got: «Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji şer û aloziyan û nabe jî.» PDKyê destnîşan kir ku ev êriş ji bo bipêşxistina pêwendiyan metirsîdar in û rewşê zêdetir aloz dikin. Banga li Bexdayê Mekteba Siyasî ya PDKyê ji Bexdayê xwest ku helwesta wê hebe....
Li gorî nûçeya Rûdawê, du dronên êrîşkar yên ji cureyê “Hadid 110” ku ji Îranê hatibûn şandin,...
Cenabê Serok û lêvegerê bilind ê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî.. Bi boneya 16ê Tebaxê, salvegera jidayikbûna cenabê...
16-ê tebaxê 80 salên serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û serokê wê Mesûd Barzanî demam bûn. Girêdayî wê...
Cenabê Serok û Lêveger, di bîranîna ji dayikbûna we ya pîroz de vê yekê bi bîr tînim,...
Hewlêr (Rûdaw) — Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî rûdaneke «dîrokî» bi nav kir û kêfxweşiya xwe anî zimên. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da. Mezlûm Ebdî di peyama xwe de hestên xwe wiha îfade kirin: «Ziyareta dîrokî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Sûriyeyê, cihê kêfxweşiyeke mezin e.» «Kak Nêçîrvan her tim rola xwe lîstiye» Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya helwestên Serokê Herêma Kurdistanê. Wî qala rola Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kurdan kir û got: «Kak Nêçîrvan her tim di piştgiriya doza Kurdan a li Sûriyeyê û bi giştî li Kurdistanê de, roleke girîng lîstiye.» Bandora li ser aramiya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî di dawiya peyama xwe de baweriya xwe ya bi encamên erênî yên vê hevdîtinê diyar kir. Fermandarê HSDyê da zanîn ku ew ji vê gavê bi hêvî ne û axaftina xwe wiha qedand: «Em bawer in ku dê ev serdan bandoreke erênî li aramiya Sûriyeyê û çareserkirina doza Kurdan a li herêmê bike.»
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Şamê bi serokkomarê Sûryayê Ahmed Şer re civîyaye. Nêçîrvan Barzanî piştî...
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 12 a ya jênosîda Şengalê de ragihandîye ku piştî 12...
Serok Mesûd Barzanî bi hatina cejina çilê havînê peyamek belav kirîye û cejin li kurdên êzîdî pîroz...