
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkyan tekezî li ser girîngîya diyalog û hevkarîya hevpar kirine û ragîhandine ku dîyaloga rê ya baş ji bo bidestxistina aşîtî û aramîya berdewam li herêmê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 12 ê mijdara sala 2026 a li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X” ê peyam belav kirîye û daye zanîn ku ewî li bajarê Antalyayê yê Tirkyayê li gel serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkyan hevdîtina berhemdar pêk anîye.
Nêçîrvan Barzanî derbarê naveroka civînê de dîyar kirîye ku wana behsa berfirehkirina pêwendîyan kirîye û gotîye: “Me derbarê rewşa pêwendîyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê, Îraqê û Îranê de danûstandina bîrbawerîyan kirîye”.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha destnîşan kirîye ku ji bo aramîya navçeyê pêngavên hevpar pêwîst in û gotîye: “Me tekezî li ser giringîya berdewamîya hevahengî û xebatên hevpar kirîye ji bo rûbirûbûna astengî û pirsgirêkên navçeyê.Her wiha me piştrast kirîye ku dîyalog, hevtêgihîştina hevpar û hevkarîya berfireh rê ber bi aşîtî û aramîya mayînde ve”.
Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pêzêşkyan li perawîza civîna serokên cîhanê di çarçoveya konfêransa guhêrîna keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de pêk hatîye, ku ev çend roj in bi beşdarîya serkirdeyên gelek welatên cîhanê li bajarê Antalyayê yê Tirkyayê tê lidarxistin.