
Wezîreta Tirkyayêye perwerdê di bersiva pêşnîyarpirsa parlamêntvana DEM Partîyê ya Colemêrgê Oznûr Bartînê de amarên dersa bijare ya kurdî eşkere kirine.
Wezîretê ragihandîye ku li seranserê Tirkyayê û Bakûrê Kurdistanê ji bo 86 hezar xwendikaran zêdetir ku dersa kurdî hilbijartîye tenê 153 mamoste hatine erkdarkirin.
Wezîretê her wiha bi hinceta xala 42 a ya destûra bingehîn ya Tirkyayê daye zanîn ku tu xebat wana ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê nîne.
Pêşnîyarpirsa parlamêntvana Colemêrgê
Parlamêntvana Colemêrgê ya DEM Partîyê Oznûr Bartînê li parlamênta Tirkyayê derbarê astengîyên li pêşîya dersa bijare ya kurdî kêmasîya mamosteyan û belavnekirina pirtûkan pêşnîyarpirsek raberî serokatîya parlamêntê kiribû da ku wezîrê Tirkyayêyî perwerdeyê Yûsûf Têkîn bersivê bide.
Oznûr Bartînê di pêşnîyarpirsa xwe de bal kişandibû ser raporên YÛNÊSKO yê ku li Tirkyayê 15 ziman li ber metirsiya jinavçûnê ne û destnîşan kiribû ku li gorî anketên qadê ji 98,7 selefê xelkê perwerdeya bi zimanê dayîkê dixwaze.
Bartînê dîyar kiribû ku li seranserê Tirkyayê û Bakûrê Kurdistanê 86 hezar 64 xwendikaran dersên kurdî yên kurmancî û kirmanckî (zazakî) hilbijartine.
Ewê rexne li wê yekê girtibû ku tevî derbazbûna mehekê di ser sala nû ya xwendinê re, li 16 bajaran di 321 dibistanan de ji ber nebûna pirtûkan dersên kurdî bi rêya fotokopîyan tên dayîn û li 14 bajaran jî tu pirtûkek nehatîye belavkirin.
Parlamêntvana DEM Partîyê her wiha xwestibû ku astengîya 10 xwendikaran ya ji bo vekirina polên kurdî rabe, kadroyên pêwîst bên veqetandin û li gorî peymana mafên zarokan ya Neteweyên Yekbûyî mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bê mîsogerkirin.
Wezîreta Tirkîyayêye perwerdê bi rêya serokatîya bipêşxistina stratêjîyê bersiva van pirsan bi amaran daye û Oznûr Bartînê jî bersiva wezîretê ji Rûdawê re şandîye.
Ji bo 87 hezar xwendikaran zêdetir tenê 153 mamoste
Li gorî tomarên fermî yên wezîreta perwerdê, di sala xwendinê ya 2026-2027 a de li dibistanên navîn ji bo polên 5, 6, 7 û 8 a bi giştî daxwaza 87 hezar 607 pirtûkên dersên kurmancî û zazakî ji alîyê dibistanan ve hatîye kirin.
Wezîreta Tirkîyayêye perwerdeyê di bersiva xwe de ragîhandîye ku bi her du zaravên kurmancî û zazakî li 16 parêzgehan tenê 118 mamosteyên bi kadro, 24 mamosteyên bi peyman û 11 birêvebir, bi tevahî 153 mamoste dixebitin.
Ji van mamosteyan 118 kes di beşa kurmancî û 35 kes jî di beşa zazakî de ne. Ji wan 122 kes li dibistanên navîn, 28 kes li navendên perwerdeya giştî, kesek li lîseya pîşeyî û 2 kes jî di birêvebirîyên perwerdeyê de erkdar in.
Wezîretê destnîşan kirîye ku vekirina pola dersa bijarte bi mercê hilbijartina here kêm 10 xwendikaran ve girêdayî ye û dîyar kirîye ku heger mamosteyên kadroyî nebin, ders ji alîyê mamosteyên ji dibistanên din yan jî bi rêya mamosteyên demkî (bi heqdest û bêkadro) tên dayîn.
Pirsgirêka pirtûkên kurdî
Wezîreta Tirkîyayêye perwerdê derbarê rexneyên nebûna pirtûkan daye zanîn ku heta 28 ê çiriya pêşin tenê 50 hezar 816 pirtûk ji bo polên 6, 7 û 8 a hatine çapkirin û belavkirin.
Wezîretê li ser polên 5 a sedema biderengketinê bi amadehî û çapê ve girê daye û gotîye ku ji bo vê astê 32 hezar 234 pirtûkên kurmancî 4 hezar 517 pirtûkên kirmanckî (zazakî) hatine xwestin.
Hatîye dîyarkirin ku dosyeya kirmanckî dereng ketîye çapê û pirtûka kurmancî ya pola 5 a jî ji ber amadenebûna dosyayê nehatîye çapkirin.
Her wiha hatîye destnîşankirin ku pirtûk tenê 2 ê çiriya paşin ya sala 2026 a li ser tora EBA yê hatîye weşandin û xebatên çapkirina wê hîn jî berdewam dikin.
Derîyên perwerdeya bi zimanê dayîkê girtî ne
Wezîreta Tirkîyayêye perwerdê di beşa here girîng ya bersiva xwe de derîyên perwerdeya bi zimanê dayîkê bi temamî girtin û xala 42 a ya destûra bingehîn bi bîr xistîye ku dibêje ji bilî tirkî tu zimanek wekî zimanê dayîkê ji welatîyan re nayê hînkirin û perwerdekirin.
Wezîretê bi awayekî fermî ragîhandîye: “Di çarçoveya destûra heyî de ji alîyê wezîreta me ve ji bo dayîna perwerdeya bi zimanê dayîkê ya bi zimanên ji bilî tirkî tu xebat nayê meşandin”.
Dersa bijare ya kurdî (kurmancî û kirmanckî) ji sala 2012 a ve di bin navê “Ziman û zaravên zindî” de ketîye bernameya dibistanên navîn yên Tirkîyayê.
Tevî ku salê bi deh hezaran xwendikar vê dersê hildibijêrin, sazîyên ziman û partîyên sîyasî yên kurdan bi berdewamî rexne dikin ku wezîreta perwerdeyê bi erkdarnekirina mamosteyan, belavnekirina pirtûkan ya di wextê xwe de û zextên birêvebiriyên dibistanan rê li ber vê dersê digire û ji bo daxwaza sereke ya perwerdeya bi zimanê dayîkê jî destûra bingehîn wek mertal bi kar tîne.