Bi nûnertîya Şîfa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, şandeke Nivîsîngeha Diyasporayê li Baregeha Barzanî li bajarê Yêrêvanê serdana Kinyaz Hesenov, parlementerê Kurd li Ermenistanê kir, bi mebesta gîhandina peyama pîrozbahiyê bi boneya dûbare hilbijartina wî bo cara 4an li parlamêntoya wî welatî, her wiha gotûbêjkirina mijara yekxistina şiyanên revenda Kurdî li derveyî welêt.
Şand ji Dr. Rênas Cano, Qehreman Osman û Tîtalê Kerem, Rêveberê Beşa Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê, pêk hatibû. Di hevdîtinê da silav û rêzên Şîfa Barzanî gihandin Kinyaz Hesenov û pîrozbahiya serkeftina wî kirin wek nûnerê pişka pêkhateya Kurd li parlamêntoyê.
Her wiha bal kişandin li ser karnameya Konfêdêrasyona Revenda Kurdistanî û Nivîsîngeha Dîyasporayê li Baregeha Barzanî bo komkirina hemû Kurdistaniyên diyasporayê di çarçoveya navendeke hevbeş de, û tekez jî kirin ku xalên neteweyî yên wek ziman, dîrok, xwîn û ala divê bibin bingeha yekrêziyê û danîna aliyekî cudahiyên olî û mezhebiyan. Ji aliyê xwe ve jî Hesenov hevrêzî û piştgiriya xwe ya tevahî bo van hewldanên bi navê xizmetkirina doza Kurd dupat kir.


