19-ê cotmehê em pê hesyan, wekî dayîka hogirê me Prîskê Mihoyî, Tawana Oskanê Şemo, li bajarê Rûsyayêyî Îjêvskê çûye ber dilovanîya Xwedê.Em serxweşîyê didine Prîskê Mihoyî, mabata wan, xwîşk û birayên wî, bira û pismamên wî, xêrxwez û lêpirsyarên wî, bila serê wan sax be.
DAYKA MINE HIZKIRÎ
Tu çilmisî, wekî ez tim gulvedim,
Bedew û kaw, dayka mine hizkirî!
Tu miçiqîyî, wekî ez tim pêlvedim,
Xêrxaz û qenc, dayka mine hizkirî!
Tu temirîyî, wekî ez tim bişxulim,
Boy mirovan, dayka mine hizkirî!
Te sipî kir por-gulîyê xwe bi xema,
Ku bê xem bim, dayka mine hizkirî!
Zede te ket, ku ez bimînim bê zede,
Şemdana min, dayka mine çerçirî!
Te emek rêt, lê ew deya neçûye,
Hisreta min, dayka mine hizkirî!..
Prîskê Mihoyî