Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 12 a ya jênosîda Şengalê de ragihandîye ku piştî 12 salan hîn jî xweragirîya xûşk û birayên êzîdî bo hemû Kurdistanê mayeya hêz û şanazîyê ye û tekez kirîye ku ew wê her tiştê di şîyana wan de be ji bo piştgirîkirina rizgarbûyîyan û vegera bi rûmet ya awareyan bikin.
Piştî birêveçûna merasîmeka girêdayî salvegera 12 a ya jênosîda êzîdîyan û komkujîya Şengalê-ku bi tevlîbûna Mîr û Babê Şêx yê êzîdîyan, serokê Kenîseya Kildanî li Îraqê û Cîhanê û nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê hatibû lidarxistin. Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X” ê peyamek belav kirîye.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsîye: “Em bi rêz ve qurbanîyên jênosîda êzîdîyan û komkujîya Şengalê bibîr tînin û tekez dikin ku em êş û azarên wan tu cara ji bîr nakin. Piştî 12 salan, hîn jî xweragirîya xûşk û birayên me yên êzîdî bo hemû Kurdistanê mayeya hêz û şanazîyê ye”.
Serokwezîr di pareke din ya peyama xwe de rêz û hurmeta xwe ji bo qehremanîya hêzên ewlehîyê anîye ziman û nivîsîye: “Em serê rêz û hurmetê bo bi sedan hezar pêşmergeyên ku ji bo rizgarkirin û parastina Şengalê şehîd bûne diçemînin”.
Di dawîya peyama xwe de, serokê hukumeta Herêma Kurdistanê tekez li ser berdewamîya bizavan kirîye û ragîhandîye: “Çi tiştê di şîyana me de be, em wê ji bo piştgirîkirina rizgarbûyîyan, rizgarkirina wan kesên ku heta niha winda ne û hevkarîya awareyên êzîdî bikin, da ku ew bi serbilindî û silametî vegerin ser mal û milkên xwe”.