Parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” ya gera nehan ya parlamênta Ermenistanê Kinyaz Hesenov, ku wek parlamantvanê herî extîyar serokatîya rûniştina yekem ya parlamênta nû avabûyî dike, bang li parlamêntvana kirîye ku bibin yek, nakokîyên xwe bidin alîkî û li dora dewletê bibin yek.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Kinyaz Hesenov dema vekirina rûniştina yekem ya gera nehan ya parlamêntê de gotîye.
“Ji bo min kêlîyeke başe, bi rûmet û berpirsîyar e. Ez xwe pir serbilind hesab dikim. Wek parlamêntvanê herî extîyar, li gorî temenê min, derfet ji min re hatîye dayîn ku ez rûniştina yekem ya 6 emîn, 7 emîn , 8 emîn û îro jî ya 9 emîn ya parlamênta Komara Ermenistanê vekim”.
Dibe ku temenê min jî derfetê bide min ku bi daxwazeke mezin berbirî we bim. Ez ji hemû xwîşk û birayên xwe yên berxwedêr û muxalefetê yên li parlamêntê dixwazim û reca dikim: werin em bibin yek, hemû nakokîyan bidin alîkî, li dora dewlet û hukumeta xwe bicivin û her tiştî bikin da ku welatê me rêya rast ya pêşveçûnê bişopîne” ,-Hesenov gotîye.
Li gorî wî, Ermenîstan û gelê ermenî îro mîna hewa û avê hewcê aşîtîyê ne.
Hesenov destnîşan kirîye ku “Îro, ji bo me, ji bo gelê me, aşîtî wek hewa û avê pêwîst e, ku bi saya wê divê welatê me ji alîyê aborîyê ve pêş bikeve û qewîn bibe. Tenê bi welatekî qewat him dijmin û him jî dost dest bi hesabpirsînê dikin. Şer ji bilî wêranî, xwînrijandin, qurbanî û windahîyên mirovî tiştekî baş nayne. Ji ber vê yekê, divê her tişt bê kirin da ku pirsgirêk ne bi şer, lê bi rêbazên dîplomatîk û aşîtîyan bê çareser kirin”.
Li gorî Hesenov, bi saya sîyaseta der ya ku ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ve tê meşandin, têkilîyên cînartîya baş bi hejmarek welatan re, di nav de dewletên cînar jî, hatine damezrandin.
“Bi saya sîyaseta der ya rast û dûrbîn ya ku ji alîyê serokwezîrê Komara me, rêzdar Nîkol Paşînyan ve tê meşandin, bi hejmarek hêzên sûpêr û welatên cînar re têkilîyên cînartîya baş hatine damezrandin, bi saya wan Komara Ermenîstanê di aşîtîyeke demdirêj de dijî û wê bijî”.
Kinyaz Hesenov axaftina xwe wiha bi dawî kirîye: “Gelê me yê jîr û dûrbîn partîya aşîtîyê hilbijart, aşîtî bi ser ket. Ez pîrozbahîyê li wekîlên nûhatî hilbijartin dikim, ji wan re xebata berhemdar, dûrbîn û ênêrjîyeke bêdawî dixwazim”.
Paşê ewî rûniştina yekem ya gera nehan ya parlamênta Komara Ermenîstanê vekir îlan kirîye.