Parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” ya gera nehan ya parlamênta Ermenistanê Kinyaz Hesenov, ku wek parlamantvanê herî...
Новости
Berpirsyarê sereke yê rojnama «Rya teze», rêzdar Tîtalê Keremê Seyad! Şabûneke gelekî mezine, ku van dawîyan...
Hinek ji malbatên gundê Basilê yê Efrînê îro vegeriyan gundê xwe. Çavkaniyeke taybet a ji Basilê ji Rûdawê re got ku îro bêhtirî 100 malbatî vegeriyane gund. Çavkaniya ku hinek wêneyên nav gund jî ji Rûdawê re şandine, diyar kir ku hêzên Tirkiyeyê doh êvarê bi tevahî ji baregeha xwe ya leşkerî ya li nav gund vekişiyane. Piştî vê vekişînê rê li ber gundiyan hatiye vekirin da ku vegerin malên xwe. Ji sala 2018an ve baregeheke leşkerî ya hêzên Tirkiyeyê li nav gund hebû û vegera şêniyên gund bi tevahî hatibû qedexekirin. Di heman demê de, Ehmed Şêxoyê ji gundê Şêxûrza Jorîn doh Rûdawê re gotibû ku hêzên Tirkiyeyê gundî agahdar kirine ku ew dê ji gundê Şêxûrzê vekişin û şêniyên Şêxûrza Jorîn êdî dê karibin vegerin malên xwe. Ji bilî gundên Şêxûrza Jorîn û Basilê, vegera niştecihên gundên Cilbirê, Gobilê, Dêrwîş û Gundê Çiyê jî ji ber hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê hatibû qedexekirin.
Serok Barzanî li ser koça dawî ya Lindsey Graham got ku nav û helwestên wî wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra gelê Kurdistanê de bimînin. Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyameke sersaxiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: «Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawî ya dostê gelê Kurd Senator Lindsey Graham gihîşt min. Nav û helwestên Lindsey Graham, wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra gelê Kurdistanê de bi bilindî bimînin.» Serok Barzanî her wiha sersaxî da malbata Lindsey Graham, hemû dost û naskiriyên wî û got: «Ez havkara xema wan im. Rûhê wî şad be û aramiyê malbat û xizmên wî re dixwazim.» Jiyana wî û karê wî yê siyasî Lindsey Graham sala 1955an li bajarokê Centralê yê eyaleta Karolinaya Başûr ji dayîk bûye û mezin bûye. Li gorî agahiyên malpera wî ya fermî, dê û bavê wî xwaringehek û saloneke bîlardoyê bi rê ve birine. Ew di nav malbata xwe de kesê yekem bûye ku kariye bawernameya zanîngehê (lîsans) bi dest bixe. Graham sala 1995an tevlî Hêza Hewayî ya Amerîkayê bû. Wekî ku di malpera wî de hatiye gotin, di dema operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraq û Efxanistanê de, Graham tecrubeya xwe ya di warê hiqûqa leşkerî de bi kar aniye. Hezîrana 2015an, piştî 33 salan xizmeta bi cilên leşkerî, ji hêzên yedeg ên Hêza Hewayî malnişîn bû. Graham sala 2002yan wekî endamê Kongreya Amerîkayê hat hilbijartin û pişt re di salên 2008, 2014 û 2020î de baweriya dengdêran ducare bi dest xist û hat hilbijartin. Beriya ku biçe Senatoyê, sala 1994an wekî endamê Kongreya Amerîkayê hatibû hilbijartin. Bi vê yekê bû yekem namzedê Partiya Komariyan ku ji sala 1877an û vir ve di herêma sêyem a hilbijartinê ya Karolinaya Başûr de bi ser ketiye....
Siyasetmedar, rîspî û rewşenbîrê Kurd Kinyazê Hemîdê Fetî di hilbijartinên Ermenistanê de careke din hat hilbijartin û...
Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê civiyan / Wêne: Ji ber dîmenan Hewlêr (Rûdaw) —...
Hewlêr (Rûdaw) — randina Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir. Yekîtiya Nivîskarên Kurd 10ê Sibata 1970yî hatiye damezirandin...
Endameke jin a Parlamentoya Ewropayê ku bi cilên Kurdî gotarek pêşkêş kir û parastina Kurdan kir, erebeke...
Hewlêr (Rûdaw) — Piştî veguhesti- na bi hezaran çekdarên DAIŞê ji Sûriyeyê ber bi zindanên Îraqê, Kurdên...
Build Your Website in Minutes with One-Click Import – No Coding Hassle!