Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Şamê bi serokkomarê Sûryayê Ahmed Şer re civîyaye.
Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe ye X ê peyamek belav kirîye.
“Derfeteke dîrokî ye”
Serokê Herêma Kurdistanê dîyar kirîye ku ew bi vexwendina Ahmed Şer çûye Şamê û ji vê seredanê kêfxweş e.
Nêçîrvan Barzanî anîye zimên ku piştî gelek salên dijwar, niha ji bo başbûn, avakirin û geşbûna Sûryayê derfeteke dîrokî heye û gotîye:
“Min bawerîya xwe ya bi vîzyona serok Şer anîye zimên. Ez bawer dikim ku bi serokatîya wî, Sûrya dikare ji bo hemû gelê xwe ber bi aramî, pêşveçûn û paşerojeke geştir ve here”.
Mafên pêkhateyan
Nêçîrvan Barzanî dîyar kirîye ku ew piştgirîyê didin Sûryake yekgirtî û aram.
Ewî xwestîye ku mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên li wî welatî bên parastin.
Her wiha daye zanîn ku wana li ser girîngîya rola Sûryayê ya ji bo aşîtî û ewlehîya herêmê gotûbêj kirîye.
Hevkarîya aborî
Serokê Herêma Kurdistanê di dawîya peyama xwe de bal kişandîye ser pêwendîyan û wiha axivîye:
“Wek cînar, gelek berjewendîyên hevbeş yên Sûryayê, Îraqê û Herêma Kurdistanê hene.
Ji bo berjewendîya hemû gelên me, ji bo berfirehkirina hevkarîya aborî potênsîyaleke mezin heye”.