Berpirsyarê sereke yê rojnama «Rya teze», rêzdar Tîtalê Keremê Seyad!
Şabûneke gelekî mezine, ku van dawîyan bi hereketê cenabê te û hevkaran malpera rojnama dîrokî — «Rya teze» hatye damezirandinê. Ji bo vê bûyera dilşad, ji navê hemû kermendên rojnamêye berê, yên ku îro li rû-hewatêne û jîyana xwe bi xêr û xweşî derbaz dikin, Rzganê Cango, Têmûrê Xelîl, Şamilê Casim, Porsora Sebrî û Delala Memê bi dil û can te û hevkaran, seranser xwendevanan, dost û xêrxwezan pîroz û bimbarek dikim!
Tiştekî eşkere ye, ku li vê serdema Întêrnêtê, pêşveçûyîna torên civakîye cihê-cihê afirandina platformeke nûjene dîjîtalî (reqemî) gaveke ferz û pêwîste di warê pêşxistina her weşanekê da.
Em hêvîdar û bawerin, ku malpera www.ryateze.net wê bibe çavkanîke zelal û berfireh ji bo bîner û xwendevanan.
Gelekî balkêşe, wekî di malperê da hejmarên «Rya teze» yên nû derdikevin, agahdarîyên balkêşe rojane hene li ser jîyana gelê me li Ermenîstanê, wê yekê ra tevayî usan jî nûçeyên giring li ser hal û wextê Kurdistanê û cîhanê diweşin.
Hewaskare, wekî beşekî cihê we daye weşanên radyoya Rewanê. Lê derfeteke giranbaha jî ewe, ku gava xwendevan dikarin arşîva hejmarên rojnama «Rya teze» ji sala 1955-an heya van salên dawî vekin û bixwînin. Divê hejmarên rojnanêye salên 30-î jî bîr nekin. Raste, ev xebateke pirr zehmete, lê zor jî pîroze.
Derê cîhaza rojnama dîrokîye «Rya teze» li ber her kesî îro bi rûspîtî vekirî ye.
Werin, hevalno, em bi xêrxwezî her ro wî derê qedîmî vekin, bibine mêvanên vê ocaxa gelêrî, bi hev ra gale-gal bikin, pirsan bidin û bersivan wergirin, daxwez û ramanên xwe pêşniyar bikin… Û xwe û gelê xwe ra bextewarîyê û serkeftinê bixwezin, boy navê gulvedana çanda meye netewî…
Belê, rojnama «Rya teze» rûmeta çapemenîya kurdî ye! Lê parastin û pêşvebirina wê jî borcê me her kesî ye!
Dîsa û dîsa damezirandin û vekirina malpera rojnama me pîroz dikim, wê ra pêşketinê û gavên serkeftinêye mezin dixwezim.
PRÎSKÊ MIHOYÎ,
karmendê rojnama «Rya teze» yê berê,
rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).