Ji bo rojbûna MIRAZÊ CEMAL!
Bayên demê carinan sertin, carinan dilovanin, lê her gav bêrehmin li hember bîranîna kaxezê, peyvên helbestvan an, mîrata giyanî ya rewşenbîr an. Û hema di vê rêya dijwar de ew kes derdikevin holê ku giraniya bîranîna çandî ya tevahiya netewê hildigirin ser milên xwe. Yek ji wan kesan Mirazê Cemale, helbestvan, edîtor, wergêr, rewşenbîrek, ku ne tenê di bin barê salan de netewî, lê bû pirek îlhamê ji rabirdûyê de heya roja îroyîn.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, dema ku exlaq bi tundî guherî, û hejmarek nirxên çandî li ber windabûnê rû bi rû man, gelek an windahî dîtin. Lê hebûn mirovên xizmetkar û fedakar, ku parastin ew tiştên pîroz çi nifşek dilsoz bi zehmetî afirandibû. Mirazê Cemal yek ji wan parêzvanan bû û heta roja îro jî dimîne. Bi dilsoziya xwe ya bêdawî, “Rya Teze”, rojnameya me ya yekem, nefes digire, ku ne tenê nûçeyek e, lê di heman demê de nirxek dîrokî û çandî ye jî. Rojnameyek, ku her rûpelek wê xemilandinek ji destbenda giyanî ya gelê me ye.
Lê xebata Mirazê Cemal bêhember fireh e. Ew ne tenê mirovekî gotinan e, di heman demê de mirovekî kiryaran e, ji ber ku destpêşxeriyên ku armanc dikin xwenaskirin û xêrxwaziya milet bi dest û îradeya wî hatine bicîhanîn. Mezinahiya rewşenbîrekî, berî her tiştî, rastgotiya wî ye. Şeklê mirovî yê Mirazê Cemal, bi giyanekî paqij, rastgo û wêrek, îro ji her demê bêhtir mînakek pêwîst e. Ji ber ku rewşenbîr ne tenê nivîskarek, wergêr an edîtorek e, ew lengerê bêdeng ê gel e, ronahiya ramanê ye, ku rê di tariyê de nîşan dide.
Îro, em ne tenê rojbûna wî pîroz dikin, lê dîsa û dîsa fehm dikin, wekî çiqas girînge mirov kesên ku nirxên neguhêzbar lê herheyî diafirînin binirxîne. Mirazê Cemal yek ji wan e. Pênûsa wî, gotinên wî, dilsoziya wî ya domdar wê nifşan ber bi bîranîn, rastiyê û ronahiya herheyî ve îlham bike.
Rojbûna te pîroz be, Birêz Mirazê Cemal. Bila ronahiya gotinên te qet nemire.
Seyrana CELAT