Di wan rojên dawîyê li Kurdistana Rojava şer û pevçûn himberî gelê kurd diqewimin. Ji bo wê yekê jî hemû kurdên cîhanê û seranserî her çar parçên Kurdistanê dest bi meş û mîtîngên şikyatkirinê kirine û daxwez dikin ku neheqîyê li kurdên roja- va nekin û dewleta Sûrîyê hemû mafên gelê kurd li Sûryaêda naske.
Gelê kurdî Ermenîstanê wek hemû kurdên cîhanê ji bo birayên xweye Kurdistana Rojava nerihet bûn. Wana jî wek kurdên cîhanê dest bi meş û mîtîngên şikyatkirinê kirin.
26-ê çilê li Yrêvana paytext bi sedan kurd hev civîyan. Ew hatibûn ji gund û bajarên Komara Ermenîstanêye cuda cuda. Nava wanda bûn gelek ermenî û aşûr wisa jî gelek xwendkarên kurde ji zankoyên Yêrêvanêye cuda cuda, yên ku ji seranserî herçar parçên Kurdistanê bûn.
Mîtîngvan li kolanên Yêrêvanêra meşîyan. Dest wanda bûn alên Kurdistanêye Netewî û yên partî û rêixstinên kurda. Meşvan kolanên Yêrêvanêra ber bi ofîsa neteweyên yekbû meşîyan û li wir jî dest bi mîtînga şikîyatkirinê kirin. Ber mîtîngvana bi axavtin pêşda hatin serokê Şêwra Yektîya Kurdên Ermenîstanê, parlamêntarê Parlamêntoya Komara Ermenîstanê Kinyazê Hemîd, serokê KURDİSTAN KOMÎTÊ Silo Dirboyan, wekîlên civaka ermenîya û asorîya û gelekên din.
Mirazê CEMAL