Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragîhandîye, peyama serok Mesûd Barzanî ya derbarê penaberên sûrî de, bingeha sîyaseta Herêma Kurdistanê û prînsîpa pêkvejîyanê nîşan dide. Xoşnaw eşkere kirîye ku niha tenê li Hewlêrê 350 hezarî zêdetir penaberên sûrî dijîn. Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw 13 ê çileyê beşdarî byûlêtêna nûçeyan ya Kurdistan 24 ê bibû û derbarê alozî û bertekên li dijî penaberên sûrî de daxuyanîyên girîng dane. Xoşnaw destnîşan kirîye, peyama serok Barzanî ne tenê dax-uyanîyek e, lê belê nexşerêya çanda lêborîn û pêkvejîyanê ya gelê Kurdistanê ye.
Hewldanên dîplomatîk yên serok Barzanî Parêzgarê Hewlêrê bal kişandîye ser hewildanên dîplomatîk yên serok Barzanî û dîyar kirîye, serok Barzanî bi dehan pey- wendîyên taybet û dîplomatîk, bi taybetî bi navendên biryarê yên navneteweyî û herêmî re pêk anîye, da ku şerê li Helebê bisekine û kurdên li Sûryayê ji êrîşan bên parastin.
Omêd Xoşnaw bal kişandîye ser peyama dawî ya serok Barzanî ya derbarê parastina penaberên ereb yên sûrî de û wiha gotîye: “Peyama serok Barzanî nîşaneya nêrîna kûr ya Herêma Kurdistanê û prînsîpa pêkvejîyanê ye. Serokatîya me her tim hewl daye ku nakokîyên sîyasî yên li herêmê nebin sedema şerê mezhebî û tayîfî. Em naxwazin tu kes ji ber nasname yan jî mezheba xwe bibe armanc”.
“Kêşeya me bi gelan re nîn e”
Xoşnaw destnîşan kirîye, gelê Kurdistanê di dîrokê de, bi taybetî sala 1988 a û sala 1991 ê de, rastî karesat û qirkirinên mezin hatîye, lê tevî vê yekê jî serok Barzanî her tim banga lêborînê kirîye.
Xoşnaw wiha axivîye: “Kêşeya gelê Kurdistanê tu carî bi gelên cînar re nebûye. Pirsgirêka me bi wan rêjîm û desthilatdarên ku hebûna kurdan red dikin re heye. Ew welatîyên sûrî yên li vir in, beşek ji wan tawanan nîn in ku li Helebê yan li Rojavayê Kurdistanê pêk tên. Ji ber vê yekê, nabe ew bibin armanc”.
350 hezar penaber li Hewlêrê ne Parêzgarê Hewlêrê dîyar kirîye,
Herêma Kurdistanê ji bo hemû kesên
ku canê wan di metirsîyê de ne, penageheke aram e. Li gorî zan- yarîyên Xoşnaw parve kirin, niha tenê li sînorê parêzgeha Hewlêr 350 î hezarî zêdetir penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û deverên din yên Sûryayê hene.
Herwiha Omêd Xoşnaw tekez kirîye jî, hukumet, wezîreta navxwe û sazîyên asayîşê berpirsîyar in ji parastina can û malê van penaberan.
Pêşangeha berhemên sûrî hatîye betalkirin Derbarê niqaşên li ser “Pêşangeha berhemên sûrî” ya li Hewlêrê, Omêd Xoşnaw eşkere kirîye, ji ber rewşa neasayî ya Helebê û êşa gelê kurd, wana biryar girtîye ku vê pêşangehê betal bikin.
Xoşnaw gotîye: “Di demekê de ku li Helebê û Rojavayê Kurdistanê xwîna kurdan tê rijandin, vekirina pêşangehekê bi alayên Sûryayê ne rast bûye. Organîzatorên pêşangehê jî di rêklaman de şaşî kirine û rêz li alaya Kurdistanê negirtin. Ji ber vê yekê, niha ev pêşangeh li Hewlêrê nayê vekirin”.