21-ê hezîranê li Komara Ermenîstanê cem kurdên bawerîya xweda êzdî wek her sal roja bîranîna mirya bû. Ez jî wek hemûya, sibê zû, min berê xwe da gundên êzdîyaye navça Talînê. Ez li gundê xweyî kal bava li gundê Hekko qesidîm.
Hekkoyî ji her alîyên cîhanê hatibûn beşdarî bîranîna roja bîranîna mirîya bibin.
Li wir hazirbûn Şêx, pîrên êzdîya û gelek gundîyên gundê Hekoye ji Avropayê, Rûsîyayê, Gurcistanê û ji wergehên mayîn hatî.
Her tişt bi erf û edetên netewî dihate derbazkirinê. Gelek cîhan li ber turbên mirîyên teze şîn dikirin. Ser hemû turban şêx û pîrên êzdîya qewl digotin û rehme mirîyara dixwestin. Li ber goristanê textê nanxwerinêye xêrêye mezin hatibû amedekirin.
Li dor textê xêrê bi sedan mirov rûnitibûn û kasên rehmê pêşda danîn, mirîyên kevn û teze bîr dianîn, sersaxî didan hevdu.
Îdî piştî nîvro bû. Mêvan û nişteçîyên cîh kom bi kom nav goristanê digeryan,
li ber turbên mirîya disekinîn, mirî bîr dianîn û dilovanîya Xwedê wanr’a dixwestin.
FOTO: DÎDEMEKE LI GORISTANA GUNDÊ GUNdÊ HEKKO
Şamîlê TÎTAL