Hewlêr (Rûdaw) — randina Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd 10ê Sibata 1970yî hatiye damezirandin û îro salvegera damezrandina wê ye.
“Eniyeke bihêz a parastina ziman”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salveg- era damezirandina wê de ragihand: “Em bi rêz û pêzanîneke zêde li dîrok û xizmeta zêdetirî nîv sedsalê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd dinêrin.
Wan di hemû qonaxên cuda yên têkoşînê de, bi pênûs û bîra xwe, eniyeke bihêz a parastina ziman, wêje û nas- nameya neteweyî û nîştimanî ya gelê Kurdistanê parastiye û roleke çalak di hişyarkirina civakê de lîstiye.”
“Tim pêşeng in” Nêçîrvan Barzanî derbarê rola nivîskaran jî wiha got: “Nivîskar her dem pêşengên çespandina nirxên mirovî û
kûrkirina çanda lêborîn, bihevrejiyan û hevpejirandinê bûne. Îro jî çavê me li rola bibandor û berpirsyarane ya nivîskaran e da ku bi berhemên xwe yên bedew, bibin haveynê tebayî, yekrêzî û parastina destkeftên demokrasî û destûrî yên Herêma Kurdistanê.
Em bejna xwe ji bo giyanê pak ê nivîskarên şehîd û hemû wan nivîskarên koçkirî ditewînin ku temenê xwe di.