Serok Mesûd Barzanî li ser bûyerên dawî yên li Sûryayê peyamek belav kirîye û ragîhandîye ku ew bi nûnerê taybet yê serokê Amêrîkayê Donald Tramp, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) û serokê ENKS ê re civîyaye.
Serok Barzanî di peyama xwe de xwestîye ku şerê di navbera HSD ê û hkumeta Sûryayê de raweste û biryara serokkomarê Sûryayê Ahmed Şara ya li ser mafên kurdan jî wek “gaveke erênî” bi nav kirîye.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha gotîye: “Derbarê bipêşketin û guherînên dawî yên li Sûryayê û di çarçoveya hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan de, me civîneke hevbeş ya girîng li gel nûnerê taybet yê serok Tramp yê ji bo kar û barên Sûryayê (Tom Barak), fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Demokratîk (Mezlûm Ebdî) û serokê ENKS ê (Mihemed Îsmaîl) pêk anîn”.
“Divê alî vegerin ser peymanan” Serok Barzanî dîyar kirîye ku ew dixwazin aramî vegere herêmê û gotîye: “Em hêvîdar in di demek herî zû de ew şer, alozî û girjîyên ku niha di navbera hêzên hukumeta Sûryayê û Hêzên Sûrya Demokratîk de hene,bên rawestandin û hemû alî vegerin wan peymanên ku berê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û gihîştina bi aramîyê di navbera alîyên Sûryayê de hatine kirin”.
Biryarên serokkomarê Sûryayê Serok Barzanî di dawîya peyama xwe de behsa mersûma serokê Sûryayê kirîye û wiha anîye zimên: “Her wiha em derxistina mersûma serokê Sûryayê ya li ser mafên kurdan wek gaveke erênî û arasteyeke rast dibînin û em hêvîdar in bibe zemîneyek ji bo ku bi razîbûna alîyên pêwendî- dar be dewlemendkirin û bi awayeke yasayî û destûrî, garantîya mafên gelê kurd li ser bê avakirin”.