Serokkomarê Ermenîstanê ana Îraqê Mesrûr Barzanî hatîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekê- da serokê admînîstrasîya serokko- mar elametî belav kirîye.
Wextê hevdîtinê, pêrspêktîvên pêşkeftina hevkarîya sîyasî, êkonomîkî û nava cêrge govekên mayînda, yên di navbera Ermenîstanê û Kurdistana Îraqê, hatine gotûbêjkirinê.
Xeberdan derheqa pêwîstîya kûrkirin û berfirehkirina pêwandîya û hevkarîya praktîda çûye.
Xêncî wê yekê pirsên dora bûyarên herêmî hatine gotûbêjkirinê û pêra jî derheqa girîngîya qewînkirina aşîtîyê, qewînbûnê û ewlehîyêda hatîye dîyarkirinê.Nava vê hemtêkstêda înîsîy- atîva “Xaçerêya aşîtîyê” hatîye gotûbêjkirinê, usa jî bernama TRIPP ê hatîye raberkirinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî mîyaserkirina înîsîyatîvayên wî cûreyî bona kara hemû welatên herêmêye û ew yek mecalê dide ku nava govekên êkonomîkî, transportê û logîstîkda derfetên berfireh hebin.