Mirazê CEMAL: Me gelek cara di der- barê r’ojnemevanê K’omara Ermenîstanêyî emekdar, serokê beşa k’urdî ya r’adîyoya Ermenîstanêye civakîyî berê, ji bo baş meşandina k’arê r’adîyoya Yêrêvanêye beşa k’urdî û r’ojnemevantîya wîye p’ir’sale, yê ku bûye xudîyê gelek r’ewayên dewleta Ermenîstanê û h’ukumeta herêma K’urdistanê, rehmetîyê K’eremê Seyadda nivîsîye. Hêjaye vê carê jî em bala xwende- vanên r’ojnemê bidine ser k’ar û jîyana wî.
85 salê t’emenê K’eremê Seyad demam bû. Lê dengê wîyî nazik usa jî ciwan ma. Ew her r’oj bi wî dengê xwe bi gotina “Yêrêvan xeber dide” mêvanê malên h’emû k’urda bû. Ew deng îdî nîv sedsalî zêdetirbû ku bi zimanê k’urdî agahîyî dida h’emû k’urdên cîhanê. Dîroka jîyana K’eremê Seyadê Xalid û e’şîra wane Sîpka gelekî dûr û dirêje. Sala 1918-a p’areke gelê k’urd, k’îjan ola xweva êzdî bûn, ji destî zulma R’oma R‘eş, nava şevekêda ji cî û warên xweye kal û bava qetîyan, destê neferê xwe girtin, k’oç’ber bûn, berê xwe dane Ermenîstana R‘ohilatê, k’îjan wî zemanî bin bandor’a împêratorîya ûr’isda bû. Nava wanada bû usa jî malbeta Xalidê Çolo, k’îjan ji e’şîra Sîpka bû. Hela ewana cîwar nebûbûn cerdevan û leşkerên R’oma R’eş Xalidê Çolo t’evî pêncî zilamên êzdîya digirin divin û bi teherekî hovane, weh’îştî dizêrînin û qet’il dikin. Lawê Xalidê Çolo- Seyad bi alîkî Xwedêda t’evî çend neferên malê ji zulmê xilaz dibe, derbazîi vî alîyê ç’emê Arp’açayê dibe û gundê H’ekoda dis- êwirin, bi wê hîvyê ku wê zûtirekê ew şer’ û de’wê r’awestin, û ewê jî veger’ine gundê xweyî Ênguk’uyê, k’îjan li navça Qersêye mentîqa Dîgor’êva girêdayî bû. Lê bextê r’eşr’a her tişt hate guhastinê, bi destê dewletên cîhanêye mezine serdest xerîta R’ohilata Nêzîk û navîn hate guhastinê.
Navbera Ermenîstanê û T’ûrk’îyayêda sînor hate danînê. Hêvîyên malbeta Xalidê Çolo jî bo dager’a li welêt hate bir’înê. Lawê Xalidê Çoloyî Seyad malbetêva diçe Gurcistanê û demeke kin bajar’ê T’ibilîsîyêda dimînin û paşê dîsa vediger’in Ermenîstanê û gundê H’ekoyî mentîqa T’e’lînêda h’îmê maleke nuh datînin.
Dest bi jîyana nuh dibe. Sala 1938-a li gundê H’eko, hema wê mala nuhda K’eremê Seyad tê dinyayê. Xwendina xwe ew dibis- tana gundê H’ekoye dehsaleye navînda demam dike. Hela hê salên hînbûnêda mêla wî li ser p’êşeyê r’ojnemevanîyê hebûye.
K’eremê Seyad bi gotar û nivîsên xwe r’ojnema mentîqêye ‘’Bolşyêvîkyan droşov,,-va tê girêdanê, li k’î derê gelek nivîsên wîye balk’êş r’onahî dibînin.
R’îya r’ojnemevanîyêye r’ûmet pêşîya wî vedibe. Ew bi nivîsên xwe diha r’uh’dar dibe, demeke kinda ew bi nivîsên xweye nuhva r’ojnemên K’omara Ermenîstanêye navendîyêye ‘’Avangard,,, ‘’Sovêtakan Hayastan,, û ‘’Komûnîst,,-êda pêşda tê.
Nivîsên wî p’arên r’adîyoya Yêrêvanêye r’ûsî, ermenî û k’urdîda tên weşandinê.
Ji sala 1955-da gelek miqalên wî r’ojnema k’urdîye ‘’R’ya T’eze,,-da r’onahî divînin, k’îjan her dem bi p’ara xeberdanên r’adîyoya k’urdî tên belakirinê. Sala 1959-a wî t’eglîf dikin, ku ew li r’ojnema Gurcistanêye bi zimanê ermenîye ‘’Sovêtakan Vrastan,,-êda k’ar bike, lê nêt û meremê wî li ser veger’a warê bûyîna wî bû.
Sala 1960-î serokê r’adîyoya Ermenîstanêye beşa k’urdî, r’eh’metîyê Xelîl Mûradov wî çawa r’ojnemevanekî xudîşuret, bo xebata r’adîyoyê wî t’eglîfî p’ara r’adîyoxeberdanên k’urdî dike. Bi bir’- yara sala 1961- ê, meha nîsanê, p’ara r’adîoêye k’urdîda 12 k’armend hatine qebûlkirinê. Wê demê pirsa here ferz bijarti- na spîkêra bû, ji bo k’îjanê konkûrs hate e’lamkirinê. Ewê pêşbir’kêda 26 mirov amede bûn, li k’îderê komîsîyayêda p’êşekzanên k’urd û ermenî bûn, dengên wan haziran dibihîstin. Gerekê berê e’wlin dengê wana xwaş bûya û nava xwendina ak’ila kurmancîda cîwar bûya. Ewê pêşbir’kêda dengê K’eremê Seyad û Sîdarê Emînê E’vdal tên qebûlkirinê. Beşa r’adîoêye k’urdîda spîkêr gotî dudu jin bûna, dudu jî mêr. Spîkêrên jin yek Eznîva R’eşîd bû, lê yek jî salekê şûnda hat qebûlkirinê ew Sêvaza E’vdo bû. Piştî mehekê ak’ila kur- mancîya Sîdarê Emîn nehate p’ejirandinê. Bi wî awayî K’eremê Seyad dimîne t’enê. Ewî gerekê ber mîkrofonê r’adîoxeberdan him t’evî Sêvaza E’vdo û him jî t’evî Eznîva R’eşîd r’aberî guhdara bikira. Bi wê xebatê- va t’evayî, ewî xebata walgêr’ û miqalenivîsarê jî dikir. Me’rîfeta wîye di alîyê amedekirina r’adîokompozîsîada jî gelek hebû. Ewî gelek caran r’olên (dilqên) artîstîyêye sereke diqedandin. Bi r’êdaktorîya Xelîl Mûradovê r’eh’metî weke 40 r’adîokompozîsîya hatine hazirkirinê, nava k’îjanada k’eda K’eremê Seyad gelek heye. T’evbûna spîkêrîya dereca praktîkan- tîyê gihîşte navê spîkêrê dereca (pîvana) bilind.
Gerekê bê gotinê, ku dema spîkêrê radîoya Moskvaêyî cîhanêda e’yan Yûrî Lêvîtan li Yêrêvanê bû û t’evî spîkêrên r’adîoêye k’urd û ermenî ders derbaz dikirin, dema ku têkstên ûr’isî hildida destê xwe, lê yên k’urdî û ermenî didane destên spîkêra û dida xwendinê, ew ser xwendina K’eremê Seyad metelmayî dima, Yûrî Lêvîtan bo xwendina bê qusûr, K’eremê Seyad p’îroz kir û k’arta xweye t’eglîfkirinê p’êşk’êşî wî kir.
Destpêka salên 60-î K’eremê Seyad p’arêda k’arê r’ojnemevantîyêyî r’êdaktorîyê û wêr’a t’evayî spîkêrî jî dikir. Bo wê yekê jî piştî sala 1980-î li seranserî K’urdistanê dengê K’eremê Seyad diha bela bûbû. Bi sedan nivîs, înformasîya, r’êportaj bi pênûsa wî hatibûne amedekirinê û bi r’adîoyê hatibûne dayînê. Peyî jevberdana Yekîtîya Sovyêtîyêye berêr’a h’alê abûrî li Ermenîstanê xirab bû. Cime’t bi massayî k’oçber dibû. Transport bajêrda bawerkî nedixebitî, li soqaqa te’rî û te’rîstan bû, ênêrgîya êlêktrîkîyê r’ojê du seh’eta didan, nangiranî bû, serê neferê rojê 300 gram nan didan. Di wî qewlîda cime’t k’ete nava h’alekî giran û r’îya p’enaberîyê da pêşîya xwe. Nava wanada gelek r’ewşenbîrên k’urde li Ermenîstanê û gelek xebatk’arên r’adîyoêye beşa k’urdî ber xwe nedan û ji welêt derk’etin, çûne welatên dereke.
K’eremê Seyad beşa r’adîoyêda bêç’are û t’enê ma. Kesên welger bikirana t’unebûn. Serokê p’arên xeberdanên bona welatên derekeye wî çaxî Vladîk Zadayan xwest, ji bo t’unebûna xebatk’ara, p’ara r’adîyoxeberdanên k’urdî bide dadanê.
K’êrêmê Seyad lawê xwe û keç’a xwe- Tîtal û Leylê (xwendina wane bilind hebû), xebatk’ara p’arêye xwedî k’ed Gulîzera Memê k’arê r’adîoyêda dane qebûlkirinê.
Gerekê bê gotinê, wekî K’eremê Seyad bi wê yekê beşa k’urdî ya r’adîyoya Ermenîstanê xurt kir, lê warê abûrîda derbe- heke giran da malbeta xwe. Birayê K’erem- Mirazê Seyad li R’ûsîyayê bona malbeta wî derfetne baş çê kiribûn. Ewî bona wî û neferên wî di warê jîyînê, xebata baş amede kiribû, Lê K’eremê Seyad dest ji k’arê r’adîyoyê berneda. R’ûyê wê yekêda ewî bextê Leylê û Tîtal xist, k’îjana xwendina bilind dest anîbûn û li R‘ûsîyayê pêşerojeke baş hîvîya wana bû. Belê, beşa r’adîoya k’urdî bi wan kadroyava îdî xurt bû. Bi serk’arîya K’eremê Seyad wan kadroyan ji salên 1990-da amedek’arîyên berhemên nuh kirin. Ji wan berhema bûn ‘’Zimanê dê,,, ‘’Xerîbê xwe diger’in,,, ‘’Serhildanên kurda,,, ‘’Rasthatin û bîranîn,,, ‘’Pêncşema e’debîyetê,, û bernemên mayîn. Xeberdanên bi têlêfonêye zêndî nava xeberdanada cîhê xwe girtin. Ew têlêfon çawa ji Ermenîstanê, Gurcistanê û welatên Avropayê, usa jî h’erçar p’arçên K‘urdistanê dihatin. Ew h’emû xeberdan bi r’adîoya k’urdî dihatine dayînê û di wî warîda, nava 12 p’arên r’adîoyêda, beşa kurdî ya here pêşin bû.
Ewa yeka ji alîyê serokê r’adîoyê, birêz Armên Amîryanda gelekî hate pesindanînê û dema k’ivşkirina 50 salîya salveger’a K’eremê Seyade li p’ara k’urdî, ew gelekî bilind hate qîmetkirinê. Nava van 15-20 salên axrîyêda ew têlêfonên ku ji r’adîyoguhdara hatine stendinê, gelek ji wana çawa nimûne, arşîva r’adîoêda têne xweyîkirinê. Gereke bê gotinê, wekî t‘u cara xeberdanên têlêfonê, bilî beşa kurdî, li t’u beşa nehatine dayînê. Minê bigota wekî hineka ew k’ar û xebata K’eremê Seyade salên dirêj dicêr’ibandin bikine ser navê xwe û şer’ û şilt’axên nebûyî peyî K’erem gilî dikirin. Sala 2005-a kovara K’urdistana Başûre “Gulan”-da mirovekî ku xwe çawa r’ewşenbîrekî k’urdê Ermenîstanê dih’esand, bê wijdanî dibêje wekî giva rûyê K’eremê Seyadda bûye ku demên xeberdanên r’adîoya k’urdî kêm kirine, gîhandine nîv seh’etî û qaşo vekirina r’adîoya p’ara êzdîya bi alîk’arîya K’eremê Seyad hatîye kirinê.
Bira ew r’ewşenbîr xweş bizanibe, wekî şer- şilt’axên h’işk p’êşa mirovava nagirin. Lê çi ku derbarê ewê bûyarêdane, bira ew r’ewşenbîr bizanibe, wekî ew dutîretî û veki- rina beşeke r’adîoêye mayîn sîyasetek bû û K’eremê Seyad dijî wê yekê bûye. Ez usa jî bîr nekim bêjim, wekî hejmareke r’ojnema k’urdîyê ‘’Hîwa,,-êda xweyê nivîsekê k’eda K’eremê Seyad dike ser navê xwe. K’eremê Seyad xebata radîyoêra t’evayî pênc sala r’ojnema ‘’R’ya T’eze,,-da k’ar kirîye. Ewî kor’êktorîya (serr’astkirina) r’ojnemê kirîye û bilî wê kor’êktorîya bi dehan pirtûkên k’urdî kirine. Ew usa jî t’evî amedekirina fîlma k’urdîye ‘’Zerê,, bûye. Bo 50 salîya salveger’a r’adîyoxeberdanên k’urdîye li Ermenîstanê k’eda K’eremê Seyad ji alîyê serokk’omarê dewleta Ermenîstanê û serokatîya r’adîoyêda bilind hatîye qîmetkir- inê. Ji alîyê serokatîya r’adîoyêda ew laîyqî prêmîya “Qelema zêr’în”, hurmetnema û r’ewa bûye. Sala 2006-a K’eremê Seyad ji alîyê serokk’omarê Ermenîstanê R’obêrt K’oçaryanda bi mêdala zêr’înva hatîye r’ewakirinê û layîqî navê r’ojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar bûye.
Ji bona bênavbirîbûna salên dirêje r’adîoyêda, Serokk’omar R’obêrt K’oçarîyan bi xwe K’eremê Seyad p’îroz kirîye. K’eremê Seyadî rehmetî îdî 85 salîye. Wî her dem sala 1958-a bîr tanî, dema ku Mustefa Barzanîyê nemir hate Ermenîstanê û li gundê wanî H’eko qesidî. Binelîyên H’eko û gundên der-dora bi def û zur’nê, bi govend û dîlan ew pêşwazî kirin. Bi saya serê Barzanîyê nemir, Yêrêvanêda xeber- danên r’adîyoa k’urdî kirne seh’et û nîvekê. Lê dema ku şer’ê gelê k’urdî miletîyê- azadarîyê li Îraqê dest pê bû, K’eremî xort bû. Di derbarê wî şer’îda r’adîoyên dinîyayê agahî didan. K’eremê Seyad ew guhdarî dikirin. Ewî her dem bi h’isreteke xerîbîyê alîyê başûr dinihêr’î û difikirî, k’a wê r’ojekê bê, wekî K’urdistan azadbe û ew her’e welatê xweyî azad bivîne.
Dengê K’eremê Seyad her r’oj li K’urdistanê belav dibû, lê wî bi xwe K’urdistan ne dîtibû û t’imê bi h’isret dima. Sala 2001-ê armanca wî pêk hat. Wî K’urdistan dît. Lê sala 2005-a dîsa ji alîyê serokatîya hukumeta herêma K’urdistanêda K’erem t’eglîfî K’urdistanê bû. Ewê salê 50 salîya p’ara r’adîyoxeberdanên k’urdîye li K’omara Ermenîstanê demam dibû. Bi bir’î- yara hukumeta K’urdistanê Hewlêra payt’extda bona ewê salveger’ê civîneke bi dereca bilind hate darxistin. Evê civînêda gelek r’ewşenbîr, midûrên dewletêye derece- bilind hazir bûn. Civînêda bi axavtin pêşda hatin wezîrê K’urdistanêyî r’ewşenbîrîyê Samî Şoriş, Serokbajar’ê Hewlêra payt’ext birêz Hadî, doktor-pirofêsor Marûf Xeznedar û gelekên mayîn. Ewana nava axavtinên xweda di derbarê k’emala r’adîyoa Yêrêvanêye beşa k’urdî, ya nava jîyana gelê k’urdî li K’urdistanê û cîhanêda gotin.
Nava axavtinada k’eda K’eremê Seyade r’êtî bilind hate qîmetkirinê. Ji alîyê serokatîya hukumeta herêma K’urdistanêda K’eremê Seyad bi mêdala zêr’înva hate r’ewakirinê. Çawa min jorê got, xîyala K’erem mîyaser bû. Ewî K’urdistana azad dît û li her dera ger’îya. Ew weke h’ec diçe ser t’urba Barzanîyê nemir û Qazî Meh’med, li ber t’urba wana serê xwe ditewîne. Nava ewê seferêda ew serokê Herêma K’urdistanê birêz Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêç’îrvan Barzanî û gelek mrovên dewletêye navdar, hostên çanda kurdî divîne.
K’eremê Seyad 27-ê adara sala 2021-ê çû ser dilovanîya Xwedê. Malbeta wî li Yêrêvanêda jîyan dike. Ew bavê çar zar’okan bû. Neh nevî û çar nevîçir’kên wî hene. Demêda ewî zar’okên xwe baş p’erwerde kirine. Tîtal bavê sê zar’okaye, r’êdaktorê, r’ojnema ‘’R’ya T’eze,,-yî serek- eye wisa jî serokê radîyoya Ermenîstanêye ciwakî ya beşa kurdîye. Du zar’okên wî zankoya Yêrêvanêye dewletêye nûjdarîyê demam kirin û dixebitin. Keç’a Kereme mezin Annê li R’ûsîayê hiqûqzane, Leylê xebatk’ara r’adîyoya Yêrêvanêye beşa k’urdîye, dayka lawê xweye. Laûra kevanîya mala girane, sê zar’okên wê hene. Em xebatk’arên r’ojnema ‘’R’ya T’eze,, 85 salîya salvegera hevalê xweyî hêja K’eremê seyad ji bîr tînin û dilovanîya Xwedê giyanê wîra dixwezin.
Mirazê CEMAL