Dewleta Îtalyayê bi merasîmeke fermî li Hewlêrê, xelata xwe ya fermî ya here bilind raberî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirîye.
Merasîmê de balyozê Îtalyayê yê Îraqê Nîkolo Fontana li ser navê serokkomarê Îtalîyayê Sêrgîo Matarêla, «Mêdala stêrka Îtalîyayê» daye Nêçîrvan Barzanî.
Ev mêdal, xelata here bilind ya Îtalîyayê ye ku didin kesên di jiyanê de ne.
Destkeftiyeke dîrokî ji bo kurdan
Serokê înstitûta kurdî ya Romayê Soran Yasîn ji Rûdawê re eşkere kirîye ku xelatkirina Nêçîrvan Barzanî destkeftiyeke dîrokî ye û dibe sedem ku Herêma Kurdistanê li cîhanê zêdetir bê naskirin.
Yasîn qala sedemên vê xelatê kirîye û diyar kirîye ku ev hilbijartin encama hevahengîya bihêz ya di şerê li dijî DAIŞ ê de ye çimkî DAIŞ ji bo Îtalyayê û Avropayê metirsîyeke mezin bû.
Soran Yasîn daye zanîn ku ev mêdal xwedî girîngîyeke mezin e.
Yasîn ragîhandîye ku ew xelat wek nasnameyeke fermî ye ku xwedîyê wê wek dostê nêzîk yê Îtalîyayê tê dîtin.
Yasîn her wiha gotîye ku xelat di warê akademîk de mîna bawernameya doktorayê ye.
Yasîn her wiha gotîye: «Ev cara ewil e ku kurdek vê xelatê werdigire. Ev gav mîna vekirina derîyekî nû yê Îtalyayê ye ji bo pirsgirêka kurdan.»
Astên mêdalê
Pergala vê xelatê ji 5 pileyên sereke pêk tê.
Siwarçak (Cavaliere)
Efser (Ufficiale)
Fermandar (Commendatore)
Efserê Bilind (Grande Ufficiale)
Pileya here bilind «Siwarê Xaça Mezin» (Cavaliere di Gran Croce) e ku didin Nêçîrvan Barzanî.
Heta niha hejmareke zêde ya kesayetên navdar û bibandor yên cîhanê û Îtalîyayê di qadên cuda de ev mêdal wergirtine, ji wan:
Serokê berê yê Argêntînayê Maurîcîo Makrî
Serokwezîrê berê yê Bilgarîyayê Boyko Borîsov
Walîyê eyaleta Havayê ya Amêrîkayê Coş Grîn
Şazadeya Monakoyê Şarlên Lînêt
Sîyasetmedarê navdar yê Almanyayê Horst Cêhofêr
Rahênerê navdar yê futbolê Karlo Ançêloti, ku 5 caran wek rahêner lîga çêmpîyonan ya Avropayê qazanc kirîye.
Çêmpîyonê Formula 1 Fêrnando Alonso
Hunermendê navdar yê amêrîkayê Frênk Sînatra
Lîstikvana Amêrîkayî ya xwedîyê xelata Oskarê Grêyc Kêlî
Patrîyarkê Qudsê Fuad Tval
Pîyanîstê navdar yê Koreya Başûr Myûng-vûn Çûng
Aşpêjê navdar yê Brîtanîyayê Jêymî Olîvêr, ku roleke mezin di danasîna xwarinên îtalî de lîstiye.
Nirxandina sîyaseta rast ya Herêma Kurdistanê
Berdevkê serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî eşkere kirîye ku ev xelat nirxandina sîyaseta rast ya Herêma Kurdistanê ye.
Şehab dîyar kirîye ku sîyaseta Nêçîrvan Barzanî ya li ser bihevrejiyanê, giringîdayîna bi jinan û hêza nerm ji bo dayîna vê xelatê bûne pîvanên sereke.
Dilşad Şehab gotîye: «Ev ne tenê xelatkirina kesayetîyekê ye, lê avakirina têkilîyên li gel Herêma Kurdistanê ye».
Têkilîyên stratêjîk yên Hewlêrê û Romayê
Têkilîyên dîplomatîk yên Nêçîrvan Barzanî û Îtalyayê xwedî dîrokeke zêdetirî 20 salan e.
Îtalya welatekî zilhêz e û nifûsa wê zêdetirî 60 milyonî ye. Ew dikare di warên leşkerî, siyasî û aborî de bibe piştgireke mezin ji bo kurdan.
Nêçîrvan Barzanî di dema borî de jî gelek caran seredana Îtalîyayê kirîye ku herî dawî di gulana sala 2026 a li Romayê li gel serokkomar Sêrgîo Matarêla civîyabû.
Di van hevdîtinan de, têkiliyên dualî yên Hewlêrê û Romayê her tim didomin û qewîn dibin.