Malpera Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA), pesnê Şêrê Kurdan Denîz Undavê stêrkê Tîma Neteweyî ya Almanyayê da. Malpera Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA) li ser malpera xwe ya fermî raporek li ser Denîz Undav belav kir. FIFAyê di raporê de got: «Undav yedekekî super e. Wî tiştek ji Almanyayê re aniye ku di Kupayên Cîhanê yên 2018 û 2022yan de nebû û di qonaxa yekem de hatin derxistin. Niha pirsa hemûyan ew e, gelo Undav dê wan neçar bike ku di maça sêyem de wekî lîstikvanê sereke bilîze yan Nagelsmann dê wî her li ser kursiyê yêdekan deyne.» FIFAyê destnîşan kir ku gelek sedem hene ji bo ku Undav hêjayî pêkhateya sereke be û li pey çû: «Avêtina 3 golan a di 2 maçên Kupaya Cîhanê de û avêtina 9 golan a di 11 maçan de ji bo Almanyayê beşek ji wan sedeman in lê sedemeke bihêz jî heye ji bo ku dîsa wekî yedek dest pê bike. Nagelsmann her tim tekez dike ku wî ‘roleke diyarkirî’ ji bo hemû lîstikvanên xwe daniye. Undav jî gelekî baş di rola yedekê bibandor de cih girtiye.» «Kurê dê û bavekî Kurd e» Malpera FIFAyê diyar kir, «Undav kurê dayîk û bavekî Kurd e» û ev agahî dan: «Sezona borî di 46 maçên fermî de ji bo Stuttgartê 25 gol avêtin û 14 asîst kirin. Destkeftiya wî ya herî mezin a bi wê tîmê re, birina Kupaya Almanyayê ya 2025an bû.» Federasyona Futbolê ya Cîhanê anî ziman: «Dibe ku hîn dem mabe ji bo ku Undav ahenga serkeftinê di şampiyoniyeke mezintir de bigerîne. Ew 19ê Tîrmehê ku tam roja maça fînalê ya Kupaya Cîhanê ye dibe 30 salî. Çi diyarî ji wê baştir dibe ku navê xwe li stadyuma New York New Jerseyê ji devê alîgirên Almanyayê bibihîse?»...
День: 29.06.2026
DIYARBEKIR (CEGA Media) – Narîn Nadirova, çalakvan û rêvebira bankêye kurd ku ji bo rêveberiya Amedsporê, ku...
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiyan. Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan rewşa Kurdan a li Sûriyeyê gotûbêj kir. Rewşa Kurdan û hevkariya bi Şamê re Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û herêmê hatin nirxandin. Di civînê de her wiha rewşa Kurdan û pêkhateyên din ên li wî welatî hat gotûbêjkirin. Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lihevtêgihiştina di navbera aliyên Kurdî de bûn mijarên din ên hevdîtinê. Di heman demê de hevahengî û hevkariya bi Şamê re jî bi berfirehî hatin nirxandin. Tekeziya li ser diyalogê Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalogê, parastina aramiyê û dabînkirina aştiyê ya li herêmê kir. Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, bipêşxistina hevahengiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê ji bo parastina aramiyê, mijarên din a vê civînê bûn.
Serperştê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî, di Yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî li Almanyayê...