Destpêka sala îsalin, sala 2024-a, cabeke nebixêrîyê ji bajarê Rûsîayêyî Krasnodarê gihîşte me. Em pê hesîyan, wekî wekîlekî diaspora miletê meyî li bajarê Krasnodarê Paşayê Kotêyê Şîrin 71- salîya xweda çûye ser dilovanîya Xwedê.
Nava diaspora meye li bajarê Rûsîayêyî Krasnodarê, û meriv dikare bêje nava temamîya dias- pora milete li Rûsîayê, Paşayê Kotê merivekî bi nav û deng bû. Şedetîya wê yekê dide hema ew cimeta ku wextê wê şîn-mihêla giran hazir bû, ew meriv yêd ku ji bajarêd Rûsîayêye cuda-cuda hatibûn û heyfa xwe Paşayê Kotêyê rehmetî dianîn.
Em vegerne ser wê yekê ku kî bû Paşayê Kotê, ji çi malbetê bû? Ew ji malbeta Kotê Şîrin bû, ya ku nava miletda bi nav û denge. Yazîya vê malbetê jî mînanî ya temamîya milet nava çetinayara derbaz bûye.
Bihara sala 1918 a, dema ku şerê hemdinîyayêyî pêşin hê xilaz nebibû, bona ku ji zulm û zora dewleta T’irkîyayê û xezaê xilazbe, cimeta me mecbûr bû h’al û malê xwe bihêle û koçberî Ermenîstanê bibe.Ev sal salêd xelayê û hêsîrîyê bûn.
Mala Şîrinê Sedê jî bi çeti- nayêd mezin neferêd xwe ji wê qetilê xilaz dike û ji qeza Qerisê derbazî neh’îya Ermenîstanêye Armavîrê dibe.
Li vir, sala 1921 ê, li gundê Şahîrara Mezin /nehîya Armavîrê/ Kotê Şîrin ji dîya xwe dibe. Sala 1924 a, tevî piz- mamêd xwe, koma mala Şîrinê Sedê jî ji Armavîrê cîguhastî gundê nehîya Telînêyî Qibixtepe dibe û hetanî sala 1934 a li wir dimîne. Lê sala 1934 a ew cîguhastî gundê Heko /nehîya Telînê/ dibin û li vî gundî jî dimînin.
Kotê Şîrin mekteba vî gundîda dixwûne û bi qîmetêd baş xwendina mektebê ser hevda tine. Bi saya teşkîlkirina xebatêye bi profêsîyonalî, ew gelek qulixêd serkarîkir û teşkîldarda xebitîye: ji hesab- darê sereke destpêkirî hetanî sedirê kolxozê û salêd dirêj jî çawa sedirê sovxozê. Lazime bê gotinê ku nava salêd ser- wêrtîya Kotê Şîrin li van gunda bi înîsîyatîva wî avayê mekte- bêye teze, malêd kûltûrayê, rêyêd teze hatine çêkirin.
Jîyîna wîye li vê dinîyayê het- anî sala 1983 a bû, 62 salîya xweda ewî xatirê xwe ji vê dinîyayê xwest.
Kotê Şîrin bîra cimeta xweda maye û wê hê bimîne, ne tenê çawa serwêr û teşkîldarekî zane, çawa profêsîyonalê şuxulê xwe, lê usa jî çawa merivekî bi qedir û hurmet.
Kotê Şîrin tevî kevanîya xwe Gulîzera Memê şeş zaro, sê qîz û sê kur mezin kirin û terbyet kirin:Kubar, Razmîk, Çîçek, Paşa, Pokê, Mîşa. Emekê her bavekî wî çaxî deya naçe, dema ku terbê baş dide ewledêd xwe. Rast hatîye gotinê ku gîha ser koka xwe şîn dibe. Ewledêd Kotê Şîrin terbyet û xwendina rûmet stendin û niha her yek malxwê û kevanîyêd malbetêd giranin.
A hema vê malbetêda, 2-ê çileya sala 1953-a, Paşayê Kotê li gundê Heko hatîye dinîyayê. Xwendina xweye navîn ew hema li vir distîne û paşê li Yêrêvana paytext têxnîkûma pêşê êkonomîzanîyê, para kir’în-firotanêda dixûne û ser- hevda tîne. Sala 1980 î ew cîguhastî Yêrêvanê dibe û salêd dirêj bi pêşê xwe dixebite. Sala 1992-a, piştî hilweşîna dewleta Sovyêtê, mînanî gelek malbeta Paşayê Kotê jî tevî malebeta xwe cîguhastî bajarê Rûsyayêyî Krasnodarê dibe.
Mînanî bavê xwe Kotê Şîrin,birayê xwe Razmîk û Mîşa jî bi kubira xeberdanêye şîrin, xof û rema dilê xweyî mezin û hunurê teşkîdarîyê, Paşa ne tenê nav koma xweda, lê usa jî nav temamîya cimetêda hurmet, nav û merîfeta mezin dest anîbû.
Em bêjin, wekî derê mala Kotê Şîrin li ber mêvana vekirîbû, çawa cimeta me dibêje, bi saya mêvanhizîya malxwê û nefera, bi saya kûltûra mêvanqe- bûlkirinêye bilind û rûmet, mala ber mêvana bû. Û lema jî nava salêd başqe- başqeda, û ne carekê, gelek rewşanbîr, ser- wêr, ulmdar, nivîskar û zaneyêd miletê me Hecîyê Cindî û Emînê Evdal, Ereb Şamîlov û Qanatê Kurdo, Xalit Çetoyêv û Elîyê Evdilrehman, mêrxasêd dewleta Sovyêtê Semend Sîyabendov û Aramê Çaçan û gelek- gelekêd mayîn li wê malê bi mêvandarî hatine qebûlkirinê. Lê sala 1958 a rêber Melle Mistefa Barzanîyê nemir li mala Kotê Şîrin diqe- side, yê ku hatibû Ermenîstana Sovyêtê bona ku nasîya xwe bide qewil û qirarêd jîyîna cimeta me.
Lazime bê gotinê, ku ewledê Barzanîyê nemir serokê Herêma Kurdistanê û serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî, çawa bîranîna wê bûyarê, sala 2008 a lawê Kotê Şîrin Paşayê Kotê teglîfî Kurdistana Îraqê kir.
Qîmetê herî mezin bona her kesî ewe, çi ku cimet dide mêriv. Çawa mesela cimetê dibêje: “Berf dihele çîya dimîne, mêr dimire nav dimîne”. Bi rastî jî usaye, dinîya nebûye milkê tu kesî, li pey mêriv tenê nav dimîne.
Paşayê Kotê bavê sê ewleda bû. Em pêşda serxweşîyîyê didine temamîya malbetê, koma wî, heval-hogirêd wî û milet. Bira sere we hemûya saxbe.
Tîtalê Kerem