Serok Barzanî li ser koça dawî ya Lindsey Graham got ku nav û helwestên wî wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra gelê Kurdistanê de bimînin. Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyameke sersaxiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: «Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawî ya dostê gelê Kurd Senator Lindsey Graham gihîşt min. Nav û helwestên Lindsey Graham, wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra gelê Kurdistanê de bi bilindî bimînin.» Serok Barzanî her wiha sersaxî da malbata Lindsey Graham, hemû dost û naskiriyên wî û got: «Ez havkara xema wan im. Rûhê wî şad be û aramiyê malbat û xizmên wî re dixwazim.» Jiyana wî û karê wî yê siyasî Lindsey Graham sala 1955an li bajarokê Centralê yê eyaleta Karolinaya Başûr ji dayîk bûye û mezin bûye. Li gorî agahiyên malpera wî ya fermî, dê û bavê wî xwaringehek û saloneke bîlardoyê bi rê ve birine. Ew di nav malbata xwe de kesê yekem bûye ku kariye bawernameya zanîngehê (lîsans) bi dest bixe. Graham sala 1995an tevlî Hêza Hewayî ya Amerîkayê bû. Wekî ku di malpera wî de hatiye gotin, di dema operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraq û Efxanistanê de, Graham tecrubeya xwe ya di warê hiqûqa leşkerî de bi kar aniye. Hezîrana 2015an, piştî 33 salan xizmeta bi cilên leşkerî, ji hêzên yedeg ên Hêza Hewayî malnişîn bû. Graham sala 2002yan wekî endamê Kongreya Amerîkayê hat hilbijartin û pişt re di salên 2008, 2014 û 2020î de baweriya dengdêran ducare bi dest xist û hat hilbijartin. Beriya ku biçe Senatoyê, sala 1994an wekî endamê Kongreya Amerîkayê hatibû hilbijartin. Bi vê yekê bû yekem namzedê Partiya Komariyan ku ji sala 1877an û vir ve di herêma sêyem a hilbijartinê ya Karolinaya Başûr de bi ser ketiye....