Sibê zû ez bi dengê têlêfonê hişîyar bûm. Serokê radîoya Yêrêvanêye beşa Kurdî, rêdaktorê rojnema Kurdî ya RYA TEZE-î sereke Tîtalê Kerem bû. Wî got ku ez xwe amedekim ku em tevayî herin li neheya Talînê, gundê Hekko li kîderê bûyareke balkêş diqevime, Şêxê mala Sixrî Cin Qadirê Reşîtê kurê Şêx Mîrza ji Rûsîyayê hatîye hîmê Zîyaretê davêjê û bona Êzdîyan Zîyaretê çê dike.
Xêlekî şûnda Tîtal bi avtomobîla xwe îdî ber derê me bû. Dema ez berjêr bûm û nêzîk bûm min silava sibê da wan, min dît tevî Tîtal xebatkarê rojnemêyî nû Şamilê Tîtal jî hatîye. Ez gelekî serhêsa bûm. Min zanibû îdî karê min sivik dibe. Ezê karê wêne wergirtinê bidim Şamil û bi wî teher jî wê karê meyê sivikbe.
Me berê xwe da neheya Talînê gundê Hekko.
Avtomobîla me rîya asfalkirîra dimeşîya. Dema em gihştine Talînê ji gundê Pîrmelka jî derbaz bûn, em ketine ser rîya gundê Hekko. Rêke gelek xweş bû bi nûva hatibû nûjenkirinê. Nava 15 xulekada em gihîştine gundê Gelto kîjan weke kîlomêtrekî ji gundê Hekko dûre. Min pencera weseyîtêra gund mêze dikir û dilê min dêşîya ku ew gund wextekî şên bû lê îro berbi nemanêye, derê hemû mala dadayîbûn, tenê çend mal gundda mane. Nifûsa gund hemû koçber bûne çûne Rûsîyayê û welatên din.
Em gihîştine gundê Hekko ber cîhê ku Zîyaret tê çêkirin sek- inîn.Şêx Qadir û çend mirovava em pêşvazî kirin. Şêx Qadir îdî sibê zû rabûbû têxnîka anîbû û xebat dest pê kiribû. Bona damezirandina Zîyaretê, çend meh pêşda ew çûbû Lalişa Nûranî, hevdîtin tevî Desteya Bingehya Ruhanîyê kiribû û ji wir tiştên bawerîya Êzdîatîyêyî pîroz anîbûn ku bi dua û dirozgeha wan tiştên pîroz bike hîmê Zîyaretê. Wek nimûne ez bêjim tiştên Êzdîyatîyêdaye pîroz ewbûn: Ava Zimzimê, Ava Kanîya Sipî, Axa Piristgeha Lalişa Nûranî, Berate û Xerqe.
Malbeta Şêx Qadirê ya ku nava êzdîya- da malbeteke ruhanîyêye eyan û navdare, Şêx Qadirê lawê Şêx Reşîd nevîyê Şêxê mala Sixrî Cin Şêx Mîrzeye, wî li wê mal- betêda perwerda xwe dîtye. Wî gelek qewl beyt, rê rismê êzdîtîyê ji kal û bavên xwe hildaye. Ocaxa wana hetanî roja îroyîn jî sonda hemû êzdîyên Ermenîstanêye.Malbeta wan salên 1827- 1830 tevî di hezaran êzdîyan bin zext û zora misilmanîyêda cîh û warên xweyî kal bava dihêlin tên vî alîyê çemê Arpaçayê li binatara çîyayê Elegezê gundê mala Kok Axa Mîreka mezinda cîhwar dibin. Mala wan dibe Zîyareta hemû êzdîyan. Her kesekî Êzdî her sal diçin ber Zîyareta Şêxê Êzdîya Şêxê mala Sixirî Cin qurbana serjê dikin û duaên xêrê ji Ocaxê distînin.
Şêx Qadir berî ku wan tiştên êzdîtîyêye pîroz bavêje hîmê Zîyaretê, wî qewl got û dua dirozge kirin lê paşê ew tiştên pîroze ji Lalişa Nûranî anîbûn kirine hîmê Zîyaretê. Karkera xebata xwe berde- wam kirin. Lê em nava gundê Hekko digerîyan û bi rastî dîsa li wir jî dilêşî hebû. Gundê Hekko ku li mentîqa Talînê gundê êzdîyayî herî pêşketîbû, îro em dini- hêrin ji 100-110 malbeta weke 15 malbet mane. Heçê dine paşî ruxandina dewleta sovyêtîyê koçber bûne çûne Rûsîyayê û welatên cuda cuda. Gundda îdî nemaye ew eşq û seyrana berê. Sînema gunde ku bi hemû dem û dezgehên nûva hatibû razîkir- inê û her rojane film dihatine nîşankirinê, gundî piştî xebatê dihatin hêsabûna xwe derbaz dikirin, îro derî dadayîye bûye wek peykerekî bîranînê.
Salên sovyêtîyêda nava gundên êzdîyên mentîqa Talînêda gundê Hekko bû ku diha pêşketîbû bûbû werekî rewşenbîryê, qedir qîmetê, mêvanhizîyê û pêşketina çanda netewîyê.
Nifûsa gundê Hekko sala 1918-a tevî 15 gundên Êla Sîpika li wî alîyê çêmê Arpaçayê li parêzgeha Qersê navça Dîgorê mahcirî Ermenîstana Îroyîn bûne û gundê Hekkoda sêwirîne. Gerekê bê gotinê hema wê sale Rom dû wan hat. Ewana ber şûrê alaya Hemîdyê nefilitîn Bi sedan zilam hatin qetil kirin, mal û milk jî hatin talankirin. Bahara sala 1918-a Rom şerda têk diçe û paşda vedikişe, dibe aramî. Sala 1920-î Ermenîstan bû komereke dewleta Sovytîyê. Hinek bîn tê ber nifûsa gundê Hekko. Lê wê yekê jî dirêj nekişand. 22-ê hezîrana sala 1941-ê berbanga sibê seheta 4-a Almanîya faşîstîyê êrîşî ser dewleta Sovyêtê dike, dibe şerê man û nemanê. Hemû xort û zilamên gundê Hekko ji bo parastina dewleta Sovyêtîyê berê xwe didine pêşenîyê. Ji wana gelek cangorî dibin, lê nîvî birîndar dibin û vedigerin gundê xwe tevî xebata gundê xwe dibin. Nava çend salada gundê Hekko di her warîda şên dibe. Bi rê û rizmê xweva, bi erf û edetê xweyî netewîva bê hempa bû. Ew navdar bû bi rûspîyên xweye zaneva, bi rewşen- bîrên xweye xudî rûmetva.
Binelîyê gundê Hekko Kotê Şîrîn mirovekî navdar bû wî çil salî serokatîya gund dikir û bi saya xebata wîye baş halê gundîya xweş dibû. Mirazê Seyad dîrokzan bû wî dibistana gundê Hekkoye navînda serwêrtî para xwendinê û perw- erdê dikir di wêra tevayî dersên dîrokê dida. Gelek şagêrtên wî xwendina bilind dest anîn û heta nahka jî îdarên dewletêye cuda cudada kar dikin. Ji gundê Hekko bûn wisa jî serokê Radîoa Yêrêvanê ya Beşa Kurdî rojnemevan Keremê Seyad kîjan seranserî heçar parçên Kurdistanêda eyane, dengbêj Ordîyê Kotê, Batalîkê Şîrin, wisa jî mirovên navdar Xaçoyê Ûso kîjanî salên dirêj muxtarîya gundê Gelto kirîye, Têmûrê Teyo û gelekên din.
Navdare gundê Hekko, sala 1958-a serokê gelê Kurd general Melle Mistefa Barzanî li gundê Hekko diqeside binelîyên gundê Hekko û yên gundên cînar bi coşeke mezin, bi dihol û zurne, bi govend û dîlanên kurdî serokê xwe pêşvazî kiribûn.
Dema min ji Şêx Qadir pirsî ku bi çi armancê vê Zîyaretê çêdike wî got: -Ya pêşin eve ez divînim ku gund vala dibe û jîyan ber vemirandinêye, ya duda jî ez dixwezim milet erf û edetê xweyî ruhanîyê bîr neke û ji helandinê dûrbe û ez bawerim wê gelek Hekkoyaê bên malên xwe nûjenkin û gundê Hekkoyê bive wek berê.
Me sipasîya xwe da Şêx Qadir, xatirê xwe jê xwest û me berê xwe da Yêrêvanê.
Mirazê CEMAL
Şamîlê TÎTAL