Adem Acar: Seyid Evdilqadirê Nehrî (1851 – 1925) di 27ê Gulana 1925an de bi hinceta serhildana Şêx Seîd, digel lawê xwe Seyid Muhemmed li Stenbolê hat girtin û li Diyarbekirê hat şehîdkirin. Di şerê 93yan de li hember Rûsan digel bavê xwe Şêx Ubeydullah tevlî şer bû, di serhildana 1880 de qumandariya leşkeran kir.
Digel şervanî û qumandariyê, piştî sala 1908an wek endamê “Meclisa Ayan”ê hat bijartin.
Serokatiya “Şûraya Dewletê” kir. Nav û nîşanên bilind bi dest xistin. Di demeke ku kes li meydanê nebû, “Cemiyeta Kurd Teawin û Teraqqiyê” damezrand û serokatiya wê kir. Li Kadirgayê dibistaneke Kurdî vekir. Pêşîvaniya rojname û kovarên Kurdî kir.
Ji hemî ‘eşîr û terîqetên Kurdan re name şandin, xebatên xurt meşandin. Di sala 1918an de “Cemiyeta Kurdistan Tealiyê” damezrand. Ji bo mafê Kurdan bi dewleta Osmanî û dewleta Brîtanya re hevdîtin pêk anîn. Dewleta Osmanî ji bo otonomiya Kurdistanê razî kir.
Piştî şerê cîhanê di konferansa Parisê de mafên Kurdan bi dewletên Ewrûpî dane qebûlkirin. Di peymana Sevrê de mafê Kurdan bi awayekî eşkere cih girt. Pir zana û rewşenbîr, xanedan û malbatên Kurdan li dora xwe civandin. Digel Xalid Begê Cibirî, Ûsiv Ziya Begê Bidlîsî, Bedîuzzeman û Şêx Seîd xebatên mînak meşandin. Piştî eşkere derfeta xebatê nema, Cemiyeta Azadiyê
damezrandin.
Herî kurt jiyana Seyid Evdilqadirê Nehrî bi vî awayî ye. Mirovekî oldar, malmezin, neteweperwer, mêrxas û siyasetmedar…
Ji bo her cûre Kurdî mînak û mîsal… Pêwîst e wêneyî wî li mala her Kurdî wek nîşana serfiraziyê daleqandî be. Ji bo siyasetmedar û xortên Kurd mînak û model be.
Tu civak bê bingeh û dîroka xwe ya rast; bi hişmendiyeke rojane, yan jî mîtolojî û xewnan nikare bijî. Pêwîstiya Kurdan bi hişmendiya pêşewayekî mîna Seyid Evdilqadir heye. Lewra ew mîna bavê xwe Şêx Ubeydullah Nehrî yê mêrxas, rûmet û serfiraziya Kurdan e. Bo wan, xweş rêber û rêzan e… Îro ger hinek Kurdan rêya xwe winda kiribin û di newalên birakujî û îdeolo- jiyan de têk çûbin, ji ber nenaskirin û windakirina van rêberan e. Ger tevger û xortên kurd vî qumandar, têkoşer û siyasetmedarê xwe binasin dê bibine evîndarê wî…
Ew hizr, hêvî, heş û hişyariya me ye… Mirovek an milletek bê heş û bê hêvî çawa dikare bijî?
Naxwe werin em xwe tev bidin û gazî bikin:
De rabe Şêxê Nehrî!
Rabe û li rewşa zarokên xwe binêre.
Binêre bê çawa nakokiya dîn û millet di nav wan de bûye sedemê dujminî û dijberiya navxweyî.
Binêre bê çawa hizbayetî û serokatiyan ciyê ‘eşîrtiya berê girtiye û dibe sedemê birakujiyê.
Binêre bê çawa bi neyarên xwe re bûne dost.
Hinekan daye pey Kemo, hinekan daye pey biyaniyên wek Marx û Lenîn.
Binêre bê çawa dujminê dagirker, bi nav û nîşanên me yên pîroz ên olî me dihelîne.
Rabe û gotinekê ji zarok neviyên xwe re bêje. Rabe bêje bê bi çi rengî we çi têkoşîn da.
Bê çawa we cudahî û ciyawaziyên Kurdan nekirne sedemê dujminî û dijberiyê.
Bê çawa we terîqet û ‘eşîr, rêber û mîr, malbat û rewşenbîr li hev civandin. Bo yekîtiya gelê xwe û bidesxistina mafên wan we çi têkoşîn da.
We şer kir bi mêranî, hatin koçberkirin bi salan.
Şêx Ubeydullah bi kul û kesera dilê xwe, li xurbetê çû ber rehma Xwedê. De rabe Şêxê min, Seyidê min!
Rabe bi wê qameta xwe, û careke din bide pêşiya me. Bibe hiş û hişyariya me.
De rabe bêje: ‘eyb e, şerm e, fedî ye! Ev çi nezanî û nakokî ye! Ev çi bê nav û bindestî ye!
De rabe, da ku em bi pey kongreyên Sêwaz û Erziromê nekevin dîsa û neyên xapandin.
De rabe ku wek Kurdên misilman û mêrxas em careke din li ser bingeha xwe ya dîrokî, yekîtiya xwe saz kin, alaya serfiraziyê bilind kin.
De rabe! Dem dema we ye!
Dem dema rêwiyên rêya we ye…
Hezar rehmet li gora we be, ruhê we şad be…
Necat Zivingî