Nîşan Kurd Êzidî Heyat Murad Rûyên Herî Bedew ên Cîhanê Şingal Hewlêr (Rûdaw) — Şêwekara Kurd a Êzidî Heyat Murad, di lîsteya navdar a “100 rûyên herî bedew ên cîhanê” ya sala 2025an de cih girt.
Saziya navneteweyî ya Saziya TC Candler & The Independent Criticsê lîsteya xwe ya îsal eşkere kir.
Keça Kurd a Êzidî Heyat Murad di lîsteyê de di rêza 58an de cîh girt.
Heyat Murad ji Rûdawê re axivî û got, “Min di rêza 58an a cîhanê de cih girt û bi vî rengî bûm yekemîn jina Êzidî ku dikeve nav vê lîsteya navneteweyî ya bi rûmet.”
Heyatê her wiha diyar kir ku ev pileya wê ku bi dest xistiye gelekî girîng e, bi taybetî dema mirov li navên din ên lîsteyê dinêre.
Di nav wan 100 kesan de stêrkên cîhanî yên wekî stranbêja Brîtanî Dua Lipa, lîstikvan û stranbêja Amerîkî Rachel Zegler û gelek îkonên din ên werziş û hunerê hene.
Heyat Muradê eşkere kir ku pêvajoya hilbijartinê ne bi serlêdana kesane ye û li ser sê xalên sereke biryar tê dayîn û ew jî ev in:
Bi rêya daxwaz û dengên xelkê yên li ser torên civakî.
Girîngîdayîna bi bedewiya xwezayî, karîzma, bandora çandî û kesayetiya xurt.
Tîmeke rexnegirên serbixwe navên bi bandor li seranserê cîhanê dişopînin û hildibijêrin.
“Jina Êzidî dikare di astên herî bilind ên navneteweyî de serkeftî be”
Heyat Murad hunermendeke şêwekar a xelka Şin- galê ye û berê beşdarî gelek pêşangehên hunerî bûye û xelatên girîng wergirtine.
Wê ji Rûdawê re anî ziman ku ev serkeftin “peyamên şanazî û rûmetê ne” û nîşana wê yekê ne ku jina Êzidî dikare di astên herî bilind ên navneteweyî de serkeftî be.
Hêjayî gotinê ye Heyat Murad berê wekî namzed beşdarî pêşbirka “Şahciwanya Îraqê” jî bûbû.
Saziya TC Candler & The Independent Critics saziyeke serbixwe ye û navenda wê li Amerîkayê ye.
Ev lîste ji sala 1990î ve her sal tê weşandin û di asta cîhanê de wekî yek ji lîsteyên herî bêalî tê qebûlkirin.
Heytat Murad / Wêne: Rûdaw