Ez hesretkêşa war, welatê xwe bûm! Di xeyalê min de cêh sereke digirt bi çav dîtina Kurdistanê. Ji aliyê orgenîzasyona Festîvala Galawej a 28’emîn em fermî, wek helbest- van, nivîskar, Endamên Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê hatin teglîfkirin li Kurdistanê, bajarê Silemanî yê. Mirov teyrê bê perin, me jî perwaz da ber bi Kurdistana rengîn. Gava min nig avît axa xwe, di hundirê giyanê min de tev li hev bû. Hijmekarî, xemgînî, hesti- yarî, kubarî hevdu re ruhê min dorpêç kirin. Li ber şabûnê dilopê hêsiran qirka min de rêz girtin. Da ku min nedixast bi hêsirên xwe barê axa zêriyayî giran bikira û min dixwest bi dilgeşî wê hembêz kira, ber vê sedemê jî wek periyê nan yekoyek hêsir daqurçand. Min pirs dida xwe:- Gelo ev xewne? Gelo ev bi rastî welatê mine? Welat, ku bi salan benda azadiyê ye… Ala rengîn li hewayê berz bibû û dimilmilî, li kolan,soqaq an de, her tenê peyvê kurdî min guhdar dikir.
Li ser her avayî, xanî yan bi kurdî nivîsî bû, her tişt kurdewarî bû. Dibistan,zango, baxçê zarokan, kargeh û nexweşxane bi kurdî bûn. Ji bo min şanazî û dilxweşî bû. Ez, keçeke kurda, ku dem û sal dilorînim ji bo hebûna Kurdistanê, niha mêze dikim, ku beşek Kurdistanê heye. Hîsê min ne yên got- inên e, gerekê bikaribin wek sovekaran niqo bin di nav zeriya ruhê min de, ku bikaribin texmîn bikin kanê li wir çi diqewimî geva min welatê xwe dît. Organîzatorên festîvalê hema di balafirgehê de merîfetiya xwe nîşan dan. Pêşweziya wan bi fermî û li ser dereca bilind bû. Bi sîvîl û ser asta bilind mêvanên xwe qebûl kirin. Ez pir firnax bûm ku fes- tîval hawqas bi kalîte orgenîze kiribûn, ew jî pêşketina gelê me yên wir xuya dida. Mamoste Hemn Mam Rash, mirovek zana, di karên xwe da pispor, orgenîzatorek pêşkeftî, ku bûye pira navbera Kurdistanê û Ermenîstanê de, tevî hevjîna xwe, xwîşka Xanda Abd-Raheem û zarokên xwe bibûn berpirsiyar û parêzvanên me. Me li wir xwe xerîb hîs nekir, ji ber ku gel pir dilovan bûn himberî me, gişk jî aliyê xwe de dixwestin xizmetek bikirana. Me Helibça dilkovan dît.
Berpirsiyarê Manomentê mirovek ji wan kêm kesan bû, kê ku ber wê zulmê bi zorê filitî bû. Wênê wî jî li muzeya Manometê daliqandî bû. Gava min zeriya çavên birêz Ûmêd Heme Elî mêze kir, li wir birînek nekewgirtî dît. Li ser axa Helibçê hêsir li min alt kirin, axiryê hêsirên min azadî standin û herikîn. Bi çav dîtina Helibçe hîsek cudaye, kevir, kuçik jî wê bihelin ji bo êşa kişandî. Bi berxwedanekî mezin em piçek bûne xwediyê serxwebûnê û nasnamê, pêwîste netewa kurd binirxîne û ji destê xwe bernede, da ku bibe xwediyê dewletek mezin. Piştî dîtina Kurdistanê ez bawarim û gumanim wê Kurdistan bi giştî aza bibe. Ji bo wê jî em gerekê yekîtiya xwe xurt bikin, hevdu hez bikin, xayîntî nekin. Ez spasiya xwe didim gişka, kê ku bûn piştgirî, bawarî me anîn wekî em beşdarî Festîvala Navnetewî ya Galawej ê 28’amîn bûn. Spasiya xwe didim orgenîzatora sereke xanim Dr. Ebtisam, mamoste Hemn û karkirên festîvalê. Kurdistana rengîn zanibe, parek dilê min me li bal te…
SEYRANA CELAD 28.11.2025