Hejmara meye pêşinda me derbarê damezirandina vê Zîyaretêda ya ku di alîyê Şêx Qadirê Şêx Reşîtê Şêx Mîrzeda dihate çêkirinê çap kiribû.
27-ê îlonê sibê zû ez tevî serok radîoêye beşa kurdî û rojnema RYA TEZE Tîtalê Kerem li gundê Hekko bûn.
Gundê Hekko ku niha çend mal mane, lê îro bi hezaran mirov hev civîyane ku beş- darî mêrasîma vekirina pirist- geha SÊŞİMS bivin. Dengê duhol û zurnê her dera belav dibû. Govend û dîlana kurmancîyê digerîya. Mêvan hatibûn ji LALİŞA NÛRANÎ, Avropayê, Rûsîyayê, Gurcistanê, Îraqê, Başûrê Kurdistanê û gelek cîhên din. Nava mêvanada bûn gelek rojnemevan, nonerên Desteya Bingeha LALİŞ û vakîlên ruhanîyê û serokên rêxistinên êzdîyaye welatên cuda cuda, rewşenbîr wisa jî mirovên nav êzdîyada navdar.
Ji bo pîrozbayê bi axavtin pêşda hatin Ji LALİŞA NÛRANÎ BAVÊ ÇAWÎŞ, şêxê mala Sixrî Cin Şêx Reşîtê Şêx Mîrze, serokê Şêwra Yekîtya Kurdên Ermenîstanê, parlamên- tarê Parlamêntoya Ermenîstanê Kinyazê Hemîd, navdarê êzdîya Cemalê Çeto, damezranderê Zîyaretê Şêx Qadirê Şêx Reşîtê û gelekên din.
Dawîyêda qewalên ji LALİŞA NÛRANÎ hatibûn dua û durozgeh kirin, sivra Qurbanêye giran hate vekirin, hemû mêvan çûne ser sivrê. Devra şayî bû govend û dîlan digerîya. Li Ermenîstanê Zîyareteke êzdîya jî zêde bû…
Mirazê CEMAL