Seyrana CELAD:! Rojname kurdî ya yekem, ku di cîhanê da bû dengê kurdên Sovyêtê, piştî hilweşînya Sovyêtê jî, heya roja îroyîn dengê civaka kurdên Ermenîstanêye. Rojname yekem, beriya kovara Hawar dest weşana kurdî bi tîpên latînî kir. Di sala 1928’a da bi biryara dewleta Sovyeta berê bi alfabeya kurdî ya E.Şemo û Î. Marogûlov va hat amade kirin û heftê da du caran bi çar rûpelan 1’ê nîsana sala 1930’î dest bi weşanê kir. Bi bir- yara Stalîn weşana rojname ji sala 1937’a heta 1955’ hat rawestandin. Piştî mirina Stalîn di
sala 1955’a Rya Teze dîsa dest bi weşana xwe kir, lê vê carê bi tîpên kîrîlî, ku ji aliyê Heciyê Cindî va hatibû amadekirin. Rojname ya herî jîyandirêj bandorek pir kûr û taybet hîştye li ser gîyanê her kurdekî. Di wan salên borî da, ku hê îmkan ne wek rojên îroyîn bû, Rojname RYA TEZE şanazîke pir mezin bû seba civekek wek civaka me ya bê dewlet. Her kes firnax bû ku bi zimanê xwe dixwend rewşa dûnyayê, haya wan ji çand û kûltûra hebû, bi rêka rojnamê bi nas dibûn tevî navdarên gel. Gelek rewşenbîrên nav û deng ji bo pêşketina rojnamê kar û xebatên bê hampa domandin, bingeha wê pir qedîm hiljenîn, ku êdî 95 salên dirêj dijî û gulvedide. Li her demê da jî ji bo karên baş mirov zehmetî dikşînin. Li her demê da jî kedkarên me kurdan gelek xuydan rijandine û gor şert-mercên rêjîma Sovyetê karên xwe dewam kirine, lê piştî salê 90’î rewş bêhtir dijwar bû. Çawa em dizanin piranî gel ên me dîsa koçber bûn û belayî cîhanê bûn. Li Ermenîstanê çi ku ji bo me kurdan, ji bo parastina çand, kûltûra, ziman û parastina netew hatibû demezirandin ket li ser milê çend rewşenbîr û dilêşên xêrxwez. Rewşa roj- nameyê piştî hilweşîna Sovyetê pir giran bû. Hinek dezgeh û welatparêzên kurd di hêla aborî da piştgirya wê kirin. Heman demî kedkarên me berxwe didin û nimûnên kurdan çi ku li Ermenîstanê jîn standine bi diranava xwedî dikin, çi ku rewşenbîrên kurd afirandin, kesên netewhez nahêlin têk biçe. Spasya xwe didim wan xizmetkaran kê ked daye û hêjî dide bo hebûna roj- nama Rya Teze. Rojnama kurdan herî jîyandirêj, bila tim xet û peyvên te ji bo serxwebûn, serketina Kurdistanê rêzikên xwe bineqişîne. Selvegera Rya Teze ye 95’a dil û can li netewa kurd pîroz dikim.
Helbestvana Kurd, Endama Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê Seyrana Celad