Hinara TAJDÎN: Miletê meye kurda jî fermana sala 1915-a qira Ermenîyada der- beke giran dîtin bi destên tirkên dev xwîne, xwînmijda, kurdên me jî bûne penaber, bê milk û mal man, tevî ermenîya berê xwe dane Êrmenîstana Sovîyêtê, ko bin hukmê împêrîya Russîyabû. Gele mecalên berfihre bona miletên kêm jimare hatin sazkirinê, wisajî bona kurdên me. Em bûne xwedîyê Kovar û radîyoy jî. ,,RÎY TEZE” nek tenê bo min, wisa jî bo wan xort û keçên temamîya kurdên Êrmenîstanê bû find û çirake şewq û şemal, bi ronya xwe kete her melbeteke kurdên me, bû pireke qedîm nava civaka meda. ,,RÎYA TEZE” tendûreke gurr bû hema ewê tendûrê ez jî pijandim. Zanîngeheke dewlemendbû. Kedkarên wê mirovne zane û aqilmendbûn, karên xwe bi pisporî diqetandin, wisajî xênjî karên rojnemê ew hazir disek- inîn ber her pirsgirêkên civaka xwe, destên alîkarîyê dirêjî her kesan dikirin.Dilê min pir dêşe wek roja îro ew rewşenbîrên mê ne tevî mene. Rehme wanbe.Qeder ya xwe dike. Kî jî jîyana xwe berdewam dikin wanra can xweşîyê dixwezim. Ew bo me nemirin. Hene û wê hebin. Paşî helweşandina Sovîyêtê, paşî astengîya dijware giran, dîsa kovara ,,RÎYA TEZE” li ser pîya sekinîye û kar û barên xwe berdewam dike bi saya serên maqûlên welatperwar û dilşewatên milet, ji Wan Kinyazê Hemîd, Tîtalê Kerem, Mirazê Cemal her tiştî dikin wek kovar ney dadanê. Minê gelekî bixwesta mirovên meye dewlemend destên xweye alîkarîyê bidana ,,RÎYA TEZE”
Helbestvana kurd : Hinara Tajdîn