Rojnema kurdî ya RIYA TEZE -95 sal berê sala 1930-î 25-ê adarê bi qehrara Partîya Komûnîstîyê û Hukumeta Komara Ermenîstana Sovyêtîyêye nawendî, weşanên xwe dest pê kir.Rojneme organa wezîreta ronkayê ya RSS Ermenîstanê bû. Meremên weşandina rojnemê di nav silavnema Komîtêya nawendî ya Partîya Komûnîstîyê û Hukumeta Komera Ermenîstanêda hatibû destnîşankirin. Rojneme bi tîpên latînî kîjan Ereb Şamîlov û Îsahak Maragûlov amede kiribûn dihate weşandin. Armanca rojnemê ya sereke ji bo çêkirina pergela sosîyalîstîyê û nava kurdada propandakirina sîyaseta wî welatî bû.Nava salanda rojneme bû perwerdekira gelê kurdî Ermenîstanê û ji sînorê wê der. Destpêka sala 1961-ê Ez xwendkarê zankoya Yêrêvanêye malhebûna gundîtîyê bûm. Ez her dem rojnemêva girêdayî bûm. Min hemû xebatkarên rojnemê nas dikirin û peyvendîyên mine baş tevî wan hebûn yên wek nivîskar Elîyê Evdilrehman, Mîroyê Esed, Egîtê Xudo, Karlênê Çaçanî, Mîkaylê Reşîd, Hesenê Qeşeng, Tîtal Mûradov û yên din. Xwendkarên kurd her dem li wir hev dicivîn, evarî derbaz dikirin di wêra tevayî derbarê hal û wextê Kurdistana Îraqê pê dihesîyan li kuderê bi serokatîya Mele Mistefa Barzanîyê nemir şerkarîya kurdaye netew azadarîyê pêşda diçû.
Rojnema RYA TEZE wergehekî amedekirina kadroyên kurdan bû.
Ez bi dil û can 95 salîya rojnema RYA TEZE pîroz dikim, bila rîya wê her dem ronikbe. Parlamênterê Parlamêntoya Ermenîstanêye Netewî, Serokê Şêwra Yekîtîya Kurdên Ermenîstanêye
Netewî, Rêdaktorê rojnema ZAGROS-êyî sereke Kinyazê HEMÎD