15-16 tebaxa îsalin li paytextê Gurcistanê bajarê Tbîlîsîyêda konfêransa bi nave ,,Kurdên Qefqazyayê: Pêrspêktîfên Netewî,,-ye yekemîn hate darxistin.
Komîtêya Amedekarên Konfêransê, amedekarîyên xwe baş dîtibûn. Wan dêlêgeh wexandibûn ji herçar parçên Kurdistanê, Rûsîyayê, Tûrkîyayê, Xoristanê (Îran), Avropayê, Azirbeycanê, Kazakstanê, Ermenîstanê û gelek wergehên din li kîderê kurd dijîn. Konfêrans di alîyê Asosasîya Kurdên Gurcistanê ya bi nave ,,RONAHÎ,, serokê kîjanêye Zaza Kalaşov hatibû amedekirinê.
Gerekê bê gotinê ew konfêrans ya yekemîne ku ji salên sovêtîyêda bigirî hetanî rojên meye îroyîn cara yekemîne tê darxistin. Konfêransêda beşdar bûn gelek sîyasetmeder, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û karsazên Kurde navdar. Konfêrans vekir serokê asosasîya kurdî ya bi nave RONAHÎ-ye Komara Gurcistanê Zaza Kalaşov.
Dûra sire gihîşte wexwendîyên konfêransê: bi axavtin pêşda hatin:-Serokê Înstîtûa Kurdên Qefqasîyayê Hejarê Şamil, Dostê gelê kurd ji Tûrkîyayê sîyasetmed- erê navdar Îsmaîl Bêşîkçî, parlamêntarê Parlamêntoya Gurcistanê Îsko Dasinî, sîyasetmederê kurdî navdar Îkbal Dûrre, xwendkara kurd ji Başûrê Kurdistanê Zalîna Kotîkyan, Ji nave serokê Komeleya Kurdên Kazakstanê Ezîzê Ziyo bi axavtin pêşda hat cîgirê wî Mûrat Şamîlov, ji Komela Ermenîstanê serokê radîoya ciwakî ya beşa Kurdî, edîtorê rojnemeya kurdî RYA TEZE-yî sereke Tîtalê Kerem û gelekên din…
Çawa hate gotin Orgînîzatorên Konfêransa Komeleya Kurdên Gurcistanê ,,Ronahî,, Encûmena Hemahingî, Înstîtûya Kurdî ya Qefqesîyayê, fonda Pêşvebirina Çanda Kurdî Fêdêrasîyona Navneteweyî ya Dîyasporaya Kurdan bûn.Di encemnemeya dawî ya konfêransê weha dest pê kir.
,,Nasnemeya çandî ya Kurdên li dervayî Kurdistanê dijîn di bin xeterîya windabûnêdaye.
Em bang li hemû rêxistinên Kurd yên cîhanê dikin ku demildest li weletên xwe yên xebatê bernemeyan ji bo rizgarkirina nasnemeya Kurdî çêbikin û di vî werîde di hevdura hevkarîyê bikin,,.
16-ê tebaxê piştî nîvro konfêransê xebatên xwe anîn ber dawîyê.
Mirazê CEMAL