3-ê meha tebaxê îsalin li paytexta Ermenîstanê Yêrêvanê di alîyê Şêwra Yekîtîya Kurdên Ermenîstanye Netewî û Civaka Êzidîyada, girêdayî 10 salîya salvegera komku- jiya Şengalê çalakiyek hate darxistin li kuderê ew kesên di wê komkujîyêda jîyana xwe dest dabûn hatin bîranîn.
Li navenda bajêr, li nav baxçê guloverda kîderê peykerê bîranîna tevkujîya cangorîyên Şengalê hatye sekinandin gelê Ermenîstanêye kurd yên hemû olan ji gund û bajarên Ermenîstanêye cuda cuda hatibûn hev civîyabûn. Nava wanda wisa jî bi sedan mêvanên ji heçar parçên Kurdistanê hebûn. Ji wana gelek xwendkarên kurde li zankoyên Yêrêvanêda dixwînin û geştîyarên ji Kurdistanê hatî hazir bûn. Hemû dilxor û mehde mirûz bûn. Ber hazira gelek rewşenbîr û mirovên nav- dar bi axavtin pêşda hatin. Ji wana Serokê Şêwra Yekîtîya Kurdên Ermenîstanêye Netewî, parlamênterê Parlamêntoya Komara Ermenîstanê Kinyazê Hemîd bi axavtin pêşda hat. Wî nava axavtina xweda kirî- yarên DAÎŞ-ye hovane şermezar kir rehme cangorîyên Şengalêye bêgunera xwest. Bi axavtin wisa jî pêşda hat endema Yekîtîya Jinên Azad, helbestvana kurd ya ola xweda êzdî Seyrana Celad û gelek dostên netewa xweva ermenî, kîjana nav axavtinên xweda kiryarên DAÎŞ-ye hovane hindava êzdîyên Şengalê- da bi tundî şermezar kirin û bangî neteweyên yekbyî kirin ku wan daîşya ber dadgeha navnetewî bidin sekinandinê.
Dawîya axavtinada hazira tacê kulîlka danîn ber peykerê bîranîna cangorîyên Şengalê û bejna xwe tevandin.
Şamilê TÎTAL