Eskerê BOYÎK:- Dema min da, serokȇ sovȇta gundê me: Qundesazê (yanȇ Muxtar) Hemȇ Seyadȇ Șewȇș bû. Apȇ Hemȇ komûnȋstȇ kevn bû. Roje șȇr (1941-1945) yȇ ewlin da, li meydana șȇr, ciyȇ here gur da, șer kiribû, gelek cara birȋndar bûbû. Ji pey qencbûnȇ ra dȋsa vegeriya bû pȇșeniyȇ-meydana șȇr. Gelek rojnemȇ welatȇ Sovêtê yê wȇ demȇ, der barê mȇraniya wȋ da nivȋsȋ bun. Cara dewyȇ xeter birȋndar bûbû û seqet vegeriya bû mal. Canȇ wȋ da dereke sax ne mabû. Herd lingȇ xwe wunda kiribû, hinek tilyȇ dȇstȇ wȋ tune bûn. Gundȋ li ser teyaxbûna wȋ ecȇbmayȋ diman. Wȋ halȋ da jȋ zilamekȋ xurt bû. Bawarkȋ karȇ mala xwe, yȇ fȋzȋkȋ, yê herȋ giran wȋ dikir. Bi lingȇ dar, diҫû- dihat, digeriya. Xema wȋ nȋ bû. Rastȋ jȋ zilamekî mȇrxas bû. Qelsaya wî ew bû, ku xwendina wȋ tune bû, zimane rûsî nizan bu. Mirovê wî yê pêshewitiye xurt, zane nav civaka me da tune bûn ku wê demê biketana pey, dibe, kaxazê Mêrxwesya wî bidîtana… Min ҫend cara derheqa wȋ da rpjnema RIYA TEZE da oҫȇrkȇ berfire nivȋsȋn. Malbetê jî Kaxaz, ordȇrn -mȇdalȇn wî dema shêr da standibû gelekî bêxem diparastin.
„Berȋ ez wa birȋndar bibim, — apȇ Hemȇ ji bȋr tanȋ,- serokȇ me yê eskeriyȇ ez pȋroz kirim, ku mȇrxwesȋ dane min. Kaxazȇ min, hazir kirin, dan, gerekȇ roja din, sibê zû herm pișt enyȇ, cem mezinȇn eskeriyȇ ku ordȇra mȇrxwesiya xwe bistînim. Wȇ ȇvarȇ sipartinek hebû. Min got ezȇ herim. Ҫûm…Dora me șerekȋ mezin ҫȇ bû… Min hew ҫavȇ xwe vekir gospȋtalȇ da (nexweșxana eskerȋ) birȋndar im. Halȇ min giran bû. Ҫend meha da doxtora ez xilaz kirim. Ne ew kaxaz mabûn, ne hevalȇ min, ne ew serokȇ min… Wa jȋ vegeriyam mal…“
Malbeta apȇ Hemȇ mezin bû, 6-7 zarokê wî hebûn. Lawȇ wȋ, keҫȇ û nebiyȇ wȋ, malên birayê wî, gund û bajarȇ Tilbȋsȇ dimȋnin.