18- gulanê roja bûyîna helbestvan û doxtirê kurdî navdar, dengbêjê hub û evînya wêjeya kurdî, ji eşîra êzdîyaye Şerqîya, Simoyê Şemoye. Helbestvan û doxtirê navdar Simoyê Şemo ku îro hebûya temanê wî îdî wê 96 sal bûya. Lê telebextra helbestvan dirêj jîyan nekir, her bi qelema xweye Zêrîn dîro- ka wêjeya kurdîda ma wek zêndî. Malbeta wana rêke dûr û dirêje dîrokîra derbaz bûye. Ew ji eşîra qehremanê êzdîyayî navdar Dewrêşê Evdîne.
Simoyê Şemo sala 1928-a li Ermenîstanê herêma Armavîrê, gundê Kelegerxê (niha Şênavan) hatîye dinîyayê. Çawa min jorê gotîye, kal û bavên wî ji Eşîra Şerqîya bûn. Dema koçberkirina êla wana ji Kurdistanê berbi Rûsîyayê ne dîyare. Berî komku- jîya salên 1915-1918 malbeta wan li gundekî herêma Surmelîyêda nave kîjanê Kitîk bûye mane. Lê dema ew bûyarên şer û cenga dest pê dibin, û hêzên Rûsa paşda vedikişin, malbeta wana tevî bi hezaran malbetên êzdîya koçberî wî alîyê çemê Erez dibin û tevî malbetên xwe Ermenîstana îroyînda disêwirin. Hetanî ku ewê gundê Kelegerxêda cîhwar bibûna, ew gelekî zor zehmetê dibin, rû bi rûyî tunebûnê, xelayê û nexweşîyê dibin. Gundê Kelegerxê cîhkî wisa bû, ku ji vêderêva li wî alîyê Erez gundê wanaye berê dihate xuyanê. Wana keser û kovan dikişandin, û li wî alîyê çem dinihêrîn, çewê wana lê bû, ku wê dîsa vegerine gundê xweyî berê û herine ser mal û milkên xwe. Lê telebextra wisa jî bavê Simo Elîra û ne jî Simora li hev nehat, ku qe na carekî herine wî alîyê Erez gundê xweyî kal û bava bivînin. Malbeta wana nîv koçer bû. Bahara koçên xwe dibirine zozanên Elegezê, hetanî payîza direng vedigerîyane gundê xwe. Payîza û zivistana dewat dest pê dibûn, rojên şayîr li rex çîrokbêja û nava dewatada derbaz dibûn. Dibistana gundê wana ya deh sale bû, li kuderê Simo dixwend û şagirtekî herî pêşketî bûye.
Dû demamkirina dibistana gundê xweyî Şênavanêye dehsalera, li kuderê kurda û ermenîya tevayî jîyan dikirin, lê malbeta wan havîna diçûne zozana. Li zozana ew kerê berxên xwe dispêre hevalê xweyî zarokatîyê Sihîdê Îbo, kîjanî wî wextî tevî wî berxvanî dikir lê pêşerojêda dibe profêsorê bizjîşkîyê, û helbestvanê kurdî navdar. Simoyê Şemo berê xwe dide Yêrêvana paytext li xwendinxwana bzjîşkîyêda tê qebûlkirinê û bi qîmetê herî bilind demam dike, paşî demamkirina xwend- inxwanê, ew zankoya Yêrêvanêye doxtirîyêye dewletêda tê qebûlkirinê û sala 1957-a bi xwendina bilind demam dike.
Wezîreta Ermenîstanêye saxlemîyê wî dişîne kundê kurdayî Sabûnçîyêyî mentîqa Talînê çawa doxtir, lê paşê jî wî destguhestî mentîqa Aparanê nexweşxana Elegezêda tê kivşkirinê wek serokê nexweşxwanê, li kîderê weke 10 sala dixebite lê paşê vedigere Yêrêvanê dîsa bi pêşekê xweyî dox- tirîyê, hetanî dawîya jîyana xwe kar dike. Helbestvanê navbar, dengbêjê wêjeya kurdîyî hub û evînyê Simoyê Şemo 72 salîya temanê xweda li Yêrêvanê koça xwe anî ber dawîyê.
Ew li goristana êzdîyaye Sardarapatê li kuderê mêrxwasê êzdîya û ermenîya Cangîr Axa sala 1918-a himberî Romê bi qehremanî şer kirîye, hatîye defînkirinê. Lawê wî Rizganê Simo kîjan bi xwe pêşekê xweva doxtir û helbestvane, û zankoya Yêrêvaêye doxtirîyêda lêktore, turba Simoyê Şemo bi kevrê margarît û wêneyê wî ser baş daye çêkirinê.
Apê Simo mirovekî qedirgir û nan- dar bû. Min gelek cara tevî wî nan xwarîye û wî gelek qedirê min digirt. Dema dihate rêdaksîya RYA TEZE bi laqirdîyên xwe em didane şahkirinê, helbest mera dixwendin. Ew kurdekî ola xwede êzdîbû. Netewperwar û welat parêz bû.
Çîroka jîyana wî gelekî balkêş, dûr û dirêje, kîjanê ez bi kurtayî dinivîsim.
Berhemên helbestvanê navdarî hizkirî yên weşandî û neweşandî gelekin. Ezê hinek berhemên wîye weşandî vê gotara xweda destnîşan bikim.
Pirtûka wîye ‘‘Nûr,, sala 1961, ‘‘Xetên hubê,, 1967, ‘‘Hikyat derheqa balçêmakêda,, 1971, ‘‘Ez û Êl,, 1974,
‘‘Gula gêlî,, 1979, ‘‘Dilê bengî,, 1989, û ‘‘Zozan,, sala 2000-î.
Sala 2008-a 80 salîya şayîrva girê- dayî, lawê wî doctorê bizjîşkîyê Rizganê Simo berevoka wîye bi nave ‘‘Baxçê payîzê,, da weşandinê, li kud- erê helbestên salên dawîya jîyana şayîr- da ku hatine nivîsarê têda cîh girtine.
Şimoyê Şemo hela salên xwend- karîyêda helbest nivîsîne. Ezê vê nivîsêda çend helbestên wî raberî we ezîzan bikim.
Mirazê CEMAL