Wek hersal 24-ê nîsanê gelê ermenîyî cîhanê û Ermenîstanê tevkujîya ermenîyaye sala 1915-a ya ku di alîyê dewleta Osmanîyêda hatibû mîyaserki- rinê, rûyê kîjanêda mîlîyon nîvek gelê ermenî hate qetilkirinê, bîr anîn. Sibê zû bi hezaran gelê Ermenîstanê û mêvanên welatên dereke Yêrêvanêda meşîyan berbi girê Sîsêrnakabêrdê, li ber peykerê bîranîna tevkujîya gelê ermenî hur- met girtin û tacên kulîlka danîn.