Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi helkefta sersala Melekê Taûs ji nûnerên civaka Êzîdî yên Ermenîstanê re peyameke pîrozbahiyê şand. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, peyamêda wiha tê gotin:
“Nûnerên hêja yên civaka Êzidî yên Komara Ermenîstanê, Bi helkefta hatina sersala we hemûyan cejna Melekê Taûs bi germî pîroz dikim.
Sala nû ji we û malbatên we re serkeftinê bi xwe re bîne, asoyên nû yên pêşketinê veke. Hukumeta Komara Ermenîstanê hewil dide ku nûnerên civakên netewên kêmjimar yên welatê me di nav de, civaka Êzîdî jî di navdaye, karibin nasnameya xwe ya netewî, xweîfadekirina çandî û olî biparêzin û bi pêş bixin û her weha bibin xwedî maf.Derfetên perwerdehîyê û emê vê sîyasetê bidomînin.
Her weha em tekezî li ser îmkanên wekhev ji bo çalakiya aborî ji bo berjewendiya her kesî, takekesî û ji bo refaha giştî ya dewleta me dikin. Birêz nûnerên civaka Êzidî yên Komara Ermenîstanê,sersala we pîroz be”.